Yekîtiya Êzidîyan: Neviyê Osmaniyan hewil dide ku Êzidîyan qir bike

Yekîtiya Êzidîyan a Efrînê kiriyarên aratêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gund, cih û navendên olî yên Êzidîyan şermerzar kirin. Her wiha bang li civaka navdeweltî kirin ku li hember qirkirina civaka Êzidî helwestên xwe diyar bikin.

Yekîtiya Êzidîyan: Neviyê Osmaniyan hewil dide ku Êzidîyan qir bike
7 hezîran, 2018   10:45

ŞEHBA

Yekîtiya Êzidîyan derbarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Êzidîyên Efrînê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê ji aliyê Endamê yekîtiyê Esed Marok hate xwendin. Bi dehan şêniyên herêmê tevlî xwendina daxuyaniyê bûn. 

Daxuyanî wiha ye:

"Bi sedan salan ola Êzdiyan rastî hemleyên tunekirinê tê. Hemleya herî dijwar a ji bo tunekirina ola Êzdiyan di serdema dagirkeriya Osmaniyan de bû.

Mayîndina ola Êzdî tê wetaya berdewama berxwedana li dijî dagirkeriyê ye û mayîndina zimanê zikmakî, çand û kevneşopiya Kurdî di wijdanê gel de ye. Ola Êzdî weke durundeyekê her tim di dilê dijminên gelê Kurd de bû. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ya sala 2011'an ve û piştî valahiya rêveberî ya li herêmên Kurdî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate damezrandin ku cara yekemîn hebûna Êzdiyan û ola Êzdî nas dike. Welatiyên Êzdî bi vê yekê hinaseya xwe wergirtin û dest bi damezrandina komeleyên xwe yên Êzdî kirin û bi armanca perwerdekirina zarok û ciwanên xwe li ser bingehên rê û resmên ola Êzdî li gelek gundan dibistanên xwe vekirin.

Bi destpêkirina êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Efrînê komên çete yên girêdayî wê gefên kuştin û serjêkirinê li welatiyên Êzdî xwarin. Van komên çete eşkere radigihandin ku tişta ku li Şengalê dest pê kirine dê li Efrînê berdewam bikin. Çeteyan hemû mezar û deverên pîroz ên Êzdiyan li Efrînê teqandin û welatiyên Êzdî neçarî koçberiyê kirin û gelek ji welatiyên Êzdî neçar dikirin ku dest ji ola xwe berdin û beşdarî ola Îslamî bibin. Her wiha komên çete cilûbergên taybet bi aliyên îslamî yên radîkal li ser jinên Êzdî ferz kirin û li şûna çanda biratî û jiyana hevbeş çanda îslamiya radîkal belav dikin.

Yekîtiya Êzdiyan destnîşan kir ku revandina ciwanên Êzdî ji aliyên komên çete ve ji destpêka dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrînê bi awayekî rojane berdewam dike. Ciwanên Êzdî yên tên revandin rastî îşkenceyên dijwar tên. Her wiha bi hemû rêbazan hovîtiya xwe li ser welatiyan didin meşandin û mizgeftên xwe li gundên Êzdî ava dikin.

Em weke Yekîtiya Êzdiyan bang li civaka navnetewî û rêxistinên Mafên Mirovan û cîhana azad dikin ku destwerdana xwe li Efrînê bikin û pêkhateya Êzdî ji qirkirinê biparêzin û rê li pêşiya kînên komên cîhadîst û dewleta Tirk bigirin."