cewherên Firatê û zulma dagirkeran heta bilindbûna roja gelan -3

bersivdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk û projeya netewa demokratîk hêvî pêk anîn

cewherên Firatê û zulma dagirkeran heta bilindbûna roja gelan -3
7 hezîran, 2018   04:16

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Tişta ku di herdu beşên yekemîn û duyemîn de hatine behskirin ên girêdayî rêbazên tevgerbûyîna rêjîma Baasê û opozîsyonê ku li gorî ajandeyên herêmî yên Tirkiye û Îranê tevdigerin, bê guman bingeha komkujiyan û koçberkirina gelê Sûriyeyê û hilweşandinê bû. Lê gel bê hêvî nema. Li Bakurê Sûriyeyê hevgirtina di navbera pêkhateyan de di bin ala demokrasiyê û şerê li dijî terorê de hişt ku li beşekî mezin a Sûriyeyê ji nû ve were vejandin, ji ber vê yekê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) banga welatiyên herêma Rojhilat bersivan da ku wan ji tarîtiyê rizgar bike.

Di vî beşê sêyemîn û dawî de em ê hewl bidin balê bikişînin ser bersivdayîna QSD'ê ji banga welatiyên herêma rojhilat re nemaze Dêrazorê û Reqayê û li rex wê pêkhateyên federaliya Bakurê Sûriyeyê ku welatiyên wê beşdarî xebatên rizgarkirinê bûn û tecrûbeya xwe ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê gel ve tê birêvebirin û azadî, edalet û demokrasî li herêmê pêk tîne ji van herêmên hatine rizgarkirin re şandin.

Pêkhateyên Reqa amade bûn dest bi hemleya Xezeba Feratê bikin.. di hemû aliyan de serkeftin bi dest xwe ve anîn.

Piştî ku herêmên girîng ên stratejîk di aliyên leşkerî, lojestîk û siyasî de ji destên çeteyan hatin rizgarkirin, ango Minbic û gundewarê wê, pişta çeteyên DAIŞ'ê û alîkarên wê hate şikandin û êdî hêzên wê hêdî hêdî ber bi Reqayê ve sînordar bûn. Di vê çarçoveyê de ciwanên Reqayê bi moralên bilind ku ji rûspiyên xwe werdigirtin xwe ji şerê rizgariyê re amade kirin û beşdarî nava refên QSD'ê bûn ku banga welatiyên herêmê ya rizgarkirina herêmê bersivand û di 6'ê Mijdara 2016'an de dest bi hemleya Xezeba Feratê kir.

Piştî pêşketineke lezgîn û xurt a hêzên Xezeba Firatê di qonaxa wê ya yekemîn de Til El-Semin a gundewarê Bakurê Reqayê hate rizgarkirin û di 17'ê çileya 2017'an de hejmareke rûspî û rewşenbîrên Reqayê bi rêveberên QSD'ê re civiyan û daxuyaniyek dan ku alîkariya madî û manewî bi QSD'ê re were zêdekirin da ku karibe giştî herêmê ji destên çeteyan rizgar bike û piştrast kirin bi riya vê hêzê yekîtiya siyasî, leşkerî û civakî ya eşîr û pêkhateyan ava dibe.

Di heman dema rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava wê di 10 Gulana sala borî de pêkhateyên herêmê alîkarî û piştgiriya xwe bi QSD'ê û saziyên Federaliya Rojava û Bakurê Sûriyeyê re zêde kirin da ku barê li ser milê welatiyan were sivikkirin û hêviya jiyanê li bajar û gundewarên wan were vegerandin. Li ser vê yekê Meclîsa Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di 15'ê Gulana 2017'an de hate avakirin û di bin sîwana wê de kesayetên eşîr, rûspî û rewşenbîrên herêmê kom bûn her wiha jinan û ciwanan jî cihê xwe di birêvebirina bajêr de piştî ku ji çeteyên terorîst hate rizgarkirin girtin.

Piştî ku ev Meclîs hate damezrandin, pêkhateyên Tebqayê bingeha birêxistinkirina civakî, ewlehî û xizmetguzariyê ava kirin û di destpêka Mijdarê de Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ragihandin û herdu meclîsên wê yên Rêveber û Zagonsaz avakirin.

Cara yekemîn di dîroka Sûriyeyê de pêkhateyên Reqa meclîsa xwe ava dikin û rêveberiya xwe bi xwe dikin

Di her pêşketineke hêzên QSD'ê de tarîtiya çeteyan sînordar dibû û hêviya welatiyan di jiyaneke bi rûmet de zêde dibû. Di qonaxa sêyemîn a hemleya Xezeba Firatê de û piştî serkeftinên li pey hev, pêkhateyên bajarê Reqayê li benda rizgarkirina bajarê xwe neman û tavilê dest bi xwebirêxistinkirnê kirin da ku barê li ser milê şervanan sivik bikin û avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê di Nîsana sala borî de ragihandin. Ev buyera dîrokî cihê xwe di manşêtên rojnameyên sereke yên navnetewî de girt, bi taybet ji ber ku DAIŞ'ê bajarê Reqa weke peytext ji xwe re nîşan dida û li ser vê yekê Koalîsyona Navnetewî alîkarî da QSD'ê.

Meclîs ji welatiyên herêma Reqayê pêk tê bi giştî ji kesayetên civakî û niştimanî pêk tê, her wiha rûspî û şêxên eşîran cihê xwe têde digirin. Her wiha rêgeza demokrasî, biratiya gelan, tunekirina nijadperestiyê, hevgirtina jiyana hevbeş û şerê li dijî terorê û pêşxistina rola jinan û ciwanan di civakê de ji xwe re esas digire.

Piştî rizgariya Reqa, Dêrazorê jî hat û piştgiriya yekemîn ji eşîr û ciwanên wê wergirt

Tabûr û komên çekdar di 5 salan borî de gelekî zêde bûn, lê hemûyan nikaribûn nirxên civakî biparêzin da ku şerê dagirkeran bikin û ji ber rewşa tevlîhev a bajêr gelek caran xwîna welatiyên Sûriyeyê dihat rijandin. Hêvî vê carê ji Bakurê hat piştî ku bi hezaran malbatên Dêrazorê koçberî wir bibûn û di encamê de alîkarî û piştgiriya eşîran ji Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di bin sîwana QSD'ê de û beşdarbûna ciwanan di hemleya Xezeba Firatê de heta ku giştî parêzgeha Reqa ji destên terorîstan hate rizgarkirin.

Piştî vê rizgarkirinê hemleya Bagera Cizîrê di 9'ê Îlona sala borî de hate ragihandin û bi vê yekê bêtirî hezar ciwanên herêmê berê xwe dan nava hêzên QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û dest bi hemleya rizgarkirinê kirin. Her wiha eşîrên herêmê ciwanên xwe beşdarî focên hemleyê kirin û alîkariyeke mezin bi QSD'ê re kirin da ku zulm û tarîtiya çeteyan ji ser welatiyên herêmê were rakirin.

Niha piraniya herêma Dêrazorê ji terorê hatiye rizgarkirin û bi berdewamkirina hemleya rizgarkirinê ya Bagera Cizîrê ku ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê hatibû rawestandin, nemaze ji ber ku Tirkiye hewl dide DAIŞ'ê û rêxistinên terorîst di Sûriyeyê de ji nû ve vejîne, şervanên QSD'ê niha çeteyên DAIŞ'ê di berîkeke biçûk de li ser sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de dorpêç kirine da ku hebûna wan li herêmê bi temamî tune bikin û aramiyê di herêmê de pêk bînin. Hêzên QSD'ê di vê mijarê de hevkariyê bi hêzên Îraqê re dikin.

Avakirina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ji sîstemên desthilatdar re bersiv e

Tişta ku li herêma rojhilat hatiye jiyankirin û bi taybet li Dêrazorê ji ber zulm û desthilatdariyê û tunekirina azadiya îradeya civakî ji aliyê rêjîma Baasê û opozîsyonê ve ku bi rengên cûda dihatin herêmê lê heman zihniyetê tevdigeriyan. Ji ber vê yekê û bi hemleya Bagera Cizîrê re ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ve di bin sîwana QSD'ê de dihat meşandin, pêkhateyên herêmê bi eşîr û rewşenbîrên xwe meclîsa xwe ya sivîl ava kiri da ku jiyana welatiyan li herêmê ji nû ve vejînin.

Di 1'ê Îlona sala borî de Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ku ji kesayetên eşîr û rûspiyên herêmê û rewşenbîrên herêmê pêk tê hate ragihandin û bi vê yekê qonakeke nû ya avakirina jiyanê û sîstema civakî li herêmê li gorî îradeya gel û jiyana hevbeş li ser rêgeza biratiya gelan hate destpêkirin.

Evan pêngav bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê û alîkariya wan bi hêzên QSD'ê re pêk hat. Di vê çarçoveyê de heta niha li herêmê bêtirî 200 meclîs hatine avakirin ango ji gundewarê Tebqa heta bakurê Dêrazorê. Li van deveran dibistan hatin vekirin û çalakiyên perwerdekirina zarokan ji nû ve hate destpêkirin. Bi van destkeftiyan pêkhateyên herêmê karibûn qedera xwe biguherînin û jiyaneke azad ava bikin û li hemberî sîstemên desthilatdar li ber xwe bidin.

ANHA