ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.06.2018
7 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Piştî bi dawîbûna sala perwerdê û derketina encamên xwendekaran, Komîteya Perwerdê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, bi armanca bilindkirina asta perwerdê û pêşxistina xwendekaran, 3 dibistanên serkeftî vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Sûka El-Hêşe bi erzanbûna made û pêdiviyên xwe taybet e û yek ji bazarên sereke yên gelêrî li herêmê ye. Sûka El-Hêşe jêdera debara malbatên xizan ên herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Gitşî ya Gumrikê ya Tebqayê rêxistinkirina tiranzît li herêmê di riya korîdora sereke ya dikeve başûrê bajê didomîne. Rêxistinkirina tiranzîtê bi armanca peydekirina tevgera bazirganî li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Karîgeriya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê tedbîrên pêwîst ji bo jinûve vekirina embarxaneyên El-Sehlebiyê wergirtin da ku pêşwaziya hilberîna genim a îsal bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Aborî ya herêma Efrînê bi armanca destekdayîna bi100 malabtên Efrînî yên li Şehbayê re 28 projeyên aborî amade kiriye. Komîte Her wiha ji bo vekirina kargeha qeşeyê amadekariyan dike.

- Ji ber germahiya havînê ya zêde koçberên Kampa Minbic a rojhilat a gundê Resem El-Exder,  zehmetiyan dikşînin. Koçber dibêjin ku kon wan ji germaya havînê û sermaya zivistanê naparêze. Her wiha rêxistinên peywendîdar û mafên mirovan çavên xwe li ber vê rewşê girtine, tenê alîkariya xwarinê ya ku têra malbata herî biçûk a kampê nake belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Farûq El-Maşî destnîşan kir ku çavbirçîbûna Tirkiyeyê di Sûriyeyê de ew e ku terorîstan vegerîne Minbicê û bajêr careke din dagir bikin û welatiyên wê koçber bikin. Her wiha piştrast kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de ji bo vegerandina serdema Osmaniyan e piştî ku herêma Efrînê dagir kir û ala xwe têde bilind kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamevan û çalakvanê sivîl ê Îraqê Cemal El-Bexdadî destnîşan kir ku ne ji mafê parlemanê ye destwerdana hilbijartinan bike û ne ji mafê wê ye biryarên girêdayî hilbijartinan bistîne. El-Bexdadî guman kir ku armanca li paş van îdîayên ku tên belavkirin ku encamên hilbijartinan hatine sextekirin, komployek e û hûnandineke tarî ye. Her wiha bang li hikûmeta Îraqê kir ku mafên Kurdan ku di destûr de hatine çespandin dereng nexîne û siyasetkirina wê neke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Tişta ku di herdu beşên yekemîn û duyemîn de hatine behskirin ên girêdayî rêbazên tevgerbûyîna rêjîma Baasê û opozîsyonê ku li gorî ajandeyên herêmî yên Tirkiye û Îranê tevdigerin, bê guman bingeha komkujiyan û koçberkirina gelê Sûriyeyê û hilweşandinê bû. Lê gel bê hêvî nema. Li Bakurê Sûriyeyê hevgirtina di navbera pêkhateyan de di bin ala demokrasiyê û şerê li dijî terorê de hişt ku li beşekî mezin a Sûriyeyê ji nû ve were vejandin, ji ber vê yekê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) banga welatiyên herêma Rojhilat bersivan da ku wan ji tarîtiyê rizgar bike. (BI WÊNE)

ANHA