Şervanên QSD‘ê 8 km pêş de çûn û gundê Murcan rizgar kirin

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de di nava 24 saetan de 8 kîlomîtreyan pêş de çûn û gundê Murcan rizgar kirin.

Şervanên QSD‘ê 8 km pêş de çûn û gundê Murcan rizgar kirin
6 hezîran, 2018   19:19

DÊRAZOR

Qonava Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê û başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ‘ê bi pêşveçûnên şervanên QSD‘ê didome. Pêngav ji du baskan ve rojava û rojhilatê bajarê Deşîşê 2.5 kîlomîtreyan pêş de diçe

Şervanên QSD‘ê piştî şerên giran bi çeteyan re gundê Murcan ê 17 km dikeve rojhilatê navçeya Şedadê rizgar kirin.

Tîmên taybet ên QSD‘ê xebatên lêgerînê û paqijkirina gundê ji mayînan didomînin.

Şervanên QSD‘ê di nava 24 saetan de 8 kîlomîtîr pêşde çûn û ji bermahiyên DAIŞ‘ê paqijkirin.

(bb)