Artêşa dagirker deriyê sînor ê Girê Spî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker êvara Çarçemê bi çekên giran êrîşî deriyê sînorê yê Aqçe yê di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê dike.

Artêşa dagirker deriyê sînor ê Girê Spî topbaran dike
6 hezîran, 2018   21:06

GIRÊ SPÎ

Nûçegihanê me ji Girê Spî, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker saet di 23:00‘an de bi topên hawnê êrîşî deriyê Aqçe yê di navbera kantona Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de dike.

Derbarê ziyanên êrîşê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Topbaran heta vê kilêyê didome.

(bb)

ANHA