Waşinton ji Îranê xwest ku çalakiyên xwe yên nuklerî rawestîne

Piştî ku Tehranê ragihand ku dê xebatên xwe di geşkirina Uraniyom de zêde bike, Wezareta Karên Derve ya Emerîka bang li Îranê kir ku çalakiyên xwe yên nuklerî û geşkirina Uraniyom rawestîne.

Waşinton ji Îranê xwest ku çalakiyên xwe yên nuklerî rawestîne
6 hezîran, 2018   09:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Tehranê pilansaziya xwe ya zêdekirina geşkirina Uraniyom ragihand, Wezareta Karên Derve ya Emerîka dubare bang li Îranê kir ku hemû çalakiyên xwe yên nuklerî rawestîne. Berdevkê Wezareta Karên Derve diyar kir ku divê Tehran "nikaribe çekên nuklerî çêbike."

Îranê jî diyar kir ku pilansaziya wê ya zêdekirina geşkirina Uraniyom hevpeymana nuklerî ku bi wê re hatiye îmzekirin binpê nake.

Ajansa Fars li ser zimanê cîgirê serokê Îranê Elî Ekber Salihî ragihand ku wan Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Nuklerî bi peyamekê agahdar kirine.  Salihî got ku evan tedbîr nayê wateya têkçûna danûstandinên bi Ewropiyan re.