Kooalîsyona Erebî navendeke Hûsiyan topbaran kir

Hêzên Yemenê piştî ku navendên Hûsiyan bi dijwarî topbaran û bombebaran kirin ber bi bajarê El-Hedîda ya rojavayê Yemenê ve pêşve diçin.

Kooalîsyona Erebî navendeke Hûsiyan topbaran kir
6 hezîran, 2018   09:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku çavkaniyên Yemenê diyar kirin ku kioalîsiyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê navendeke kombûna gurûpên Ensar El-Hosî li bajarê El-Hedîda li ser berava rojava topbaran kir.

Her wiha çavkaniyên herêmê ji El-Hedîda diyar kirin ku bi dehan kuştî û birîndarên El-Hûsiyan di saetên dawî de gihan nexweşxaneya bajêr.

Ji aliyekî din ve jî balafiriên kooalîsiyonê amadekariyên El-Hûsiyan li derdora mûdîriyeta Zibêd û herêmên rojhilatê El-Meşreî, derdora El-Cerahî,           El-Tehtiya û El-Huseyniya li eniya rojava ya beravê rûxandin. 

Girêdayî mijarê li Mûdîriyeta El-Dirêhmî ya başûrê El-Hedîda şerê giran rû da. Tenê herêma Mezarî maye ku têkeve bin serweriya artêşa Yemenê. Hate diyarkirin ku hêzên Yemenê li wê derê operasiyon pêk tînin da ku ber bi El-Hedîda ve biçin.

(bx)