Sandîkeyên pîşeyî yên Urdunê amadekariya greva giştî dikin

Bi armanca lidarxistina greva giştî di çarçoveya nerazîbûnên welatiyên Urdunê yên li dijî hikûmetê de sandîkeyên pîşeyî yên Urdunê amadekariyên xwe dikin.

Sandîkeyên pîşeyî yên Urdunê amadekariya greva giştî dikin
6 hezîran, 2018   10:03

NAVENDA NÛÇEYAN

 Ji hefteyekê ve xwepêşandanên bi hêrs li Urdunê li dijî biryarên hikûmetê tên lidarxistin. Nemaze ji ber bilindkirina nirxên sotemenî û ferzkirina baceyên nû li ser derhatinan.

Tevî ku serokwezîr ji kar hate avêtin û li şûna wî serokwezîrekî nû hate erkdarkirin, sandîkeyên pîşeyî yên Urdunê amadekariya greva giştî li dijî siyasetên hikûmetê dikin.

Qiralê Urdunê Ebullahê Duyemîn ji serokê hikûmetê yê nû xwest ku lêvegerekê di derbarê projeya qanûna baceyan de pêk bîne.

Qiralê Urdunê Wezîrê Perwerdehiyê û pisporê aboriyê di banka navnetewî de Umer El-Rezaz hilbijart da ku hikûmeteke nû li şûna serokwezîrê berê Hanî El-Milqî ava bike.

Qiral di axaftina xwe ya erkdarkirina El-Rezaz de got ku divê hikûmet tavilê dest bi diyalogê bike û hevkariyê bi Meclîsa Umetê re bi beşdariya hemû partî û sandîkeyan re bike.