Qeter dixwaze bibe endama NATO

Deweteta Qeter ku ev zêdeyî salekê tecrîda ji aliyê gelek welatên ereb li ser hatiye ferizkirin, hewldide ku bikeve nava NATO yê.

Qeter dixwaze bibe endama NATO
6 hezîran, 2018   09:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Qeterê Xalid Bin Mihemed El-Etiye diyar kir ku hêviyên Qeter ên stratejîk demdirêj in û ew jî ku tevlî NATO yê bibe.

Wezîrê Qeterê bi boneya salvegera aloziya di navbera welatê wî û 4 wlatên ereb ji kovara wezareta parastinê ya Qeter ku bi navê "Telai" weşanê dike axivî û got ku Qeter bûye yek ji welatên herî xwedî çekên pêşketî di herêmê de. Niha jî Em hêvî dikin ku em bi temamî bibin Endamê NATO yê"