Jinê Girê Spî di nava zeviyan de rojî digirin

Jinên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî di meha Remezanê de bi rojîne û tevî rewşa hewayê ya gerim di nava zeviyan de dixebitin da ku pêdiviyên malbata xwe pêk bîn in.

Jinê Girê Spî di nava zeviyan de rojî digirin
Jinê Girê Spî di nava zeviyan de rojî digirin
Jinê Girê Spî di nava zeviyan de rojî digirin
6 hezîran, 2018   09:05

SEMÎRA DAÛD / GIRÊ SPÎ

Jinên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî da ku debara jiyana xwe ya rojane bikin û alîkariya hevserê xwe bikin bi saetan di nava zeviyên pembo û sebzeyan de dixebitin.

Tevî ku jinên di nava zeviyan de dixebitin bi rojî ne û dest ji karê xwe bernadin. Ji ber ku bi roj pileyên germahiyê bilind dibin, jin piştî paşîvê di derdora saet 04.00'an diçin nava zeviyan û heta saet 11:00`an dixebitin.

Rojane her jinek ji 5 heta 6 saetan bi buhaya 500 L.S dixebite. Lê ev pereyên ku jin digrin beranberî keda wan ku bi saetan di bin germahiyê de dixebitin pir kême.

Di vê çarçoveyê de yek ji jinên ku di nava zeviyan de dixebitin Meryem Îbrahîm a ji gundê El-Hîşa ya rojhilatê navçeya Eyn Îsa ye  ji ajansa me ANHA`yê re ev tişt got ,"Piştî ku em xwarina xwe ya paşîvê dixuin ez tevî jinên gund xwe amade dikin ku berê xwe bidin nava zeviyan."

Meryem di berdewamiya axaftina xwe de got ku di saetên sibê de kar baş derbas dibe û hemû jin bi kêfxweşî kar dikin lê dema ku dibe derdora saet 9`an de pileyên germahiyê bilind dibin ji ber wê kar li ser wan giran dibe û bi zehmetî derbas dikin.

Ji aliyê xwe Horiya El-Ehmed a ji gundê El-Şêx Hesen a girêdayî navçeya Eyn Îsa tekez kir ku ji bo debara jiyana xwe bikin û pêwîstiyên xwe pêk bînin ew di zeviyan de dixebitin. Her wiha Horiya got ku ji ber ku rewşa hevserê wê ya madî ne başe ji ber  wê dixebite û ji ber ku tu kar dervî karê di zeviyan de tune ye.

Horiya got ku pereyên ku di rojekê de digrin tenê têra du tûrên nav dike. Horiya destnîşan kir ku ew di rojekê de 500 LS beranberî keda xwe digrin.

Horiya bang li aliyê peywendîdar kir ku rewşa wan di ber çav re derbas bikin û derfetên kar ji wan re peyda bikin.

Tevî hemû zehmetyn ku rastî wan tê li jinên navçeya Eyn Îsa da ku debara jiyana xwe bikin û alîkarya hevserê xwe bikin di nava zeviyan de dixebitin lê tevî vê yekê jî erka xwe ya olî pêk tînin û bi karê mala xwe jî radibin.

(bx)

ANHA