Bagera Cizîrê: QSD'ê 4 kîlometir pêş ve çû

Şervanên QSD'ê piştî rojek di ser dewamkirina hemleya Bagera Cizîrê de herêmek bi qasî 4 kîlometreyan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin. Bi vê yekê di navbera şervanên QSD'ê û bajaroka Dişîşa de tenê 25 kîlomet maye.

Bagera Cizîrê: QSD'ê 4 kîlometir pêş ve çû
Bagera Cizîrê: QSD'ê 4 kîlometir pêş ve çû
Bagera Cizîrê: QSD'ê 4 kîlometir pêş ve çû
Bagera Cizîrê: QSD'ê 4 kîlometir pêş ve çû
5 hezîran, 2018   11:24

QSD'ê duh bi armanca rizgakirina herêmên maye yên başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê ku navenda wê bajaroka Dişîşaye û parastina ewlekariya sînor Îraq û Sûriyê hemleya Bagera Cizîrê  careke din dan destpêkirin.

Piştî rojekê ji destpêkirina hemleyê şervanên QSD'ê 4 kîometreyan pêş ve çûn. Bi vê y ekê di navbera şervaan û bajaroka Dişîşa de 25 kîlometir maye. Di herêma ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatiye rizgarkirin devera Feka û hejmarek mezreyên yên derdora wê yên li rojhilatê Navçeya Şedadê ji çeteyan rizgar kirin.

Hêzên QSD'ê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê hemleya xwe ya Bagera Cizîrê dan rawestandin. Çeteyên DAIŞ'ê ji vê êrîşa dewleta Tirk sûd wergirtin û careke din cihê xwe xurt kirin û hêza xwe bi cih kirin. Êrîşa dewleta Tirk temenê DAIŞ di herêmê de dirêj kir.

Bagera Cizîrê careke din destpê kir

Bi destpêka meha gulanê re QSD'ê careke din hemleya Bagera Cizîrê dane destpêkirin. Duh jî QSD di çarçoveya Bagera Cizîrê de hemleya rizgarkirina gundewarên başûr-rojhilatê Hesekê û paqijkirina xeta sînorê di navbera Sûriyê û Îraqê dane destpêkirin.

Nûçegîhanê ajansa me (ANHA) bi şervanên QSD'ê re berê xwe da devera Feka şervanan gihiştin wir bi demeke kurt, çeteyên DAIŞ'ê li gundê Tel El-Menax êrîşî bargehên şervanên me kirin. Di encamê de di navbera şervanên QSD û çeteyan de bi çekên sivik şer derket. Di encama berxwedana şervanan de çete neçar man ji herêmê birevin.

Di vê çarçoveyê de şervanên QSD'ê ji me re axivîn û rewşa dawî ya hemleyê vegotin. Şervanê bi navê Lorens Amed yê ji bajarê Dêrazorê derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Hêzên me di zêdeyî aliyekî de pêş ve çûn. Armanca me ya sereke ji vê hemleyê rizgarkirina herêma Dişîşa ye, her wiha parastina ewlekariya sînorê Îraq û Sûriyê ye. Bi vê pêşketina me, em niha tenê 25 kîlometreyan nêzî bajaroka Dişîşa bûne.Em heta niha 4 kîlometreyan pêş ketin. Muralê şervanên me gelekî bilin de. Serkeftin para me ye û em ê çeteyan têk bibin."

Şervanê bi navê Xidir El-Elî jî derbarê mijarê wiha got: "Beriya niha bi kêliyekê di navbera me û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Di encama berxwedana şervanên me de çeteyên DAIŞ'ê neçar man xwe ber bi devera Til Menax ve paş ve kişanin. Çeperên xwe li pişt xwe hiştin û reviyan. Me îro pêşwaziya sivîlên ku ji herêmên çeteyên DAIŞ'ê reviyane kir. Me erebe anîn û emê sivîlan bibin navçeya Şedadê ya Hesekê."

Şervanên QSD'ê pêş ve çûna xwe ya ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê didomîn in.

(dc)

ANHA