Eşîrên ereban: Beşdarên koma 'Berxwedana Eşîran' sembola lîstokê ye

Komek kesên ku li  navê eşîrên ereb ên Sûriyê kombûn û komek bi navê "Berxwedana Gelerî ya Eşîran" ragîhandin. Koma behsa mijarê li herêma Dêr Hafir a rojhilatê Helebê civiyan. Eşîrên Ereb ên Sûriyê derbarê koma behsa mijarê de gotin ku ew sembolên lîstokekê ne û nûnertiya tu kesî nakin.

Eşîrên ereban: Beşdarên koma 'Berxwedana Eşîran' sembola lîstokê ye
5 hezîran, 2018   11:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Eşîrên Ereb ên Sûriyê derbarê avakirina koma ku navê "Berxwedana Gelerî ya Eşîran" daxuyanî dan û gotin ku koma behsa mijarê beşek ji lîstokên dijber in. Daxuyanî wiha ye:

"Êdî hemû kiriyarên sextekariya Rêjîma Sûriyê ku li ser gelê Sûriyê pêk tîne ji her kesî re diyar e. Herî dawî ku rêjîmê hindek çeteyên xwe û alîkarên wê li bajarê Dêr Hafir kom kir û navê sembolên êlan li wan kir. Ew kesên ku di lîstokekê de ne nûnertiya tu kesî nakin.

Em weke êl û eşîrên Sûriyê nûnertiya Meclîsa Eşîr û rûspiyên Sûriyê dikin. Em tekez dikin ku emê piştgiriya Şoreşa Sûriyê bikin. Em li hember rêjîmê û çekdarên wê derkevin û wê zarokên me li dijî wan tevlî komên şoreşgerî bibin.

Em tekez dikin ku ew çeteyên ku li Dêr Hafirk kom bûne nûnertiya tu kesî nakin. Em hewildanên rêjîmê ku dixwaze komên çete bi navê eşîran ava bike şermezar dikin. Em axaftinênê wan bi navê eşîran û çêkirina tevlîheviyan jî şermezar dikin.

Nûnerên êla El-Naîm, El-Egîdat, El-Begara, El-Hîb, El-Mewalî, El-Tey, El-Muşaheda, Benî Xalid, El-Bû Şaban, Cîs her wiha êla El-Demalxa, El-Bû Îsa, El-Bû Herbî, El-Wîsat, Cenîdat û El-Bû Şehab El-Dîn daxuyanî erê kirin.

(bx)