Artêşa Lîbiya 75 ji sedî bajarê Derne bi dest xist

Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbiya ragîhand ku wan ji sedî 75 ê bajarê Derne ya rojhilatê welat bi dest xist û got ku ew li taxên bajar dest bi opersyona paqijkirinê kiriye.

Artêşa Lîbiya 75 ji sedî bajarê Derne bi dest xist
5 hezîran, 2018   10:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Fermandariya Giştî ya Lîbiyayê Merîal Ehmed El-Mesmarî li bajarê Binxazî civîna çapemeniyê lidar xist û got ku Odeya Çalakiyan a El-Kerame radighîne ku ji sedî 75 ji bajarê Derne ya bidest xistiye, her wiha destnîşan kir ku şer li hin taxên bajar dewam dike.

El-Mesmarî her wiha destnîşan kir ku Artêşa Lîbya amadekariya qonaxa duyemîn a hemleiyê kiriye û wiha dom kir: "Artêşa Lîbiya dê bersiva cihê gule jê derdikevin bidin. Her kesekî xwe teslîme me bike, dê nêzîkatiyek baş pê re were kirin. Niha jî bi sedan çekdarên tundrew xwe radestî hêzên me dikin."

El-Mesmarî di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku ewlekariya sivîlan armanca  wan a destpêkê ye û wiha dom kir: "Banga min ji welatiyên Derne re ew e ku li gorî perspektîfên me tevbigirin."