Rûsiya debarê Qudisê re xeta Amarîka dişopîn e

Rûsiya biryar da ku şahiya roja xwe ya netewî li bajarê Qudsê lidar bixe. Diyar dibe ku ev biryara Rûsiya li gorî biyara Sreokê Amarîka ya derbarê Qudsê de pêk tê.

Rûsiya debarê Qudisê re xeta Amarîka dişopîn e
5 hezîran, 2018   09:31

NAVNEDA NÛÇEYAN

Di gavek ku berê pêk ne hatiye, Rûsiya biryar da ku şahiya roja xwe ya netewî li bajarê Qudis lidar bixe. Ev biryar Rûsiya piştî çend hefte di ser veguhertina sefaretxaneya Amarîka ya Qudisê pêk hat.

Rojnameya Îsraîlî Jerusalem Post derbarê mijarê de got ku sefaretxaneya Rûsiya ya li Îsraîlê cara yekem biryar da ku şahiya xwe ya Netewî li Qudisê lidar bixe, beriya niha niha ji li Til Ebîb ê lidar dixist.

Rûsiya roja 12'ê hizêranê ji her salê wekî roja Netewî pîroz dike. Di vê rojê de ji sala 1990'yî Rûsiya ji Yekîtiya Sovyêtê ya hilweşiyayî qut bû. Sefaretxaneya Rûsiya dê şahiyê roja 14'ê hizêranê li Qudisê lidar bixe.

Rûsiya di sala derbasbûyî de Qudisa Rojava wekî paytexta Îsraîlê qebûl kir, di heman demê de jî got ku divê Qudisa rojava jî bibe paytexta Filistînê.