Şopdarê riya Ebû Leya..Ebû Emced e

Çend sal bi hevre li gelek bajarên Sûriyê û bi taybet di çeperên şer de buhurandin. Armanca wan yek bû. Xewnên wan di nava bermeyên şer ên Kobanê de li ber windabûnê bûn. Lê biserketin careke din hêviyên wan li wan vegerand û ew ber bi sînorê bajarê wan Minbicê ve birin. Hevaltiya herdû fermandaran şehîd Ebû Leyla û Ebû Emced a 6 salan çawa bû.

Şopdarê riya Ebû Leya..Ebû Emced e
5 hezîran, 2018   09:19

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Her kesê ku çirûska şoreşê rakiriye ji bo ku şoreş berdewan bike canê xwe feda dike. Çîrokeke ne ji zû ve de, ne dûrî axa ku şoreş û şer lê têne lidarxistin bû. Ji du leşkerên ku şerê Rêjîma Sûriyê dikirin giha asta fermandariya hêzên ku li hember yek ji terorên herî xeter di cihanê de şer dikin.

Di salekê û du mehan de herdû fermandar şehîd bûn

Fermandar Feysel Ebû Leyla û Ednan Ebû Emced tevlî gelek şerên li Heleb, Bab û Bendava Tişrînê bûn. Bêyî ku em tevlîbûna wan ji berxwedana mezin a Kobanê re ji bîr bikin. Rola wan di avakirina gelek ketîbeyên mîna Şems El-Şemal ji bo parastina welat de hebûn. Her wiha rola wan a herî mezin di avakirina QSD`ê de  jî li pêş bû.

Di 5'ê Hezêrana 2016`an de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Mibicê Feysel Ebû Leyla piştî çend rojan ji destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê şehîd bû. Cenazeyê fermandar Ebû Leyla li bajarê Kobanê bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên herêmê hate oxirkirin.

Çend roj derbas bûn û Ednan Ebû Leyla weke Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate erkdarkirin. Salek derbas bû û dema ku bajarê Reqayê ji çeteyan hate rizgarkirin Fermandar Ednan Ebû Emced di 29'ê Tebaxa 2017`an de şehîd bû û li bajarê Minbicê hate definkirin.

Beriya ku Ebû Emced şehîd bibe derbarî Fermandar Ebû Leyla ji ajansa me (ANHA) re li navenda Meclîsa Leşkerî ya Minbicê axivî. Ebû Emced nizanibû ku ewê jî di heman oxirê de canê xwe feda bike. Di wê rojê de çend salan paş de çû û hemû bîranînên xwe anîn ziman.

Ednan Ebû Emced li ser Fermandar Ebû Leyla got ku ew çavkaniya moralan bû. Ednan got ku ew nikare kesayeta Ebû Leyla bi gotinan bîne ziman û wiha pêde çû: "Tevî ku fermandar bû jî lê her dem di hemleyên herî zehmet de beriya hevalên xwe dimeşiya. Her tim ji şervanan re digot pêwîste hûn ji bo ewlehî û armiya sivîlan li ber xwe bidin. Bi hemû wateya vê axaftinê bi rastî fermandar bû."

Ednan got ku Ebû Leyla ji welatê xwe pir hez dikir û mînaka tekoşîn û fermandariyê bû û wiha anî ziman: "Her dem Ebû Leyla bi îsrar, rih û kenê xwe di şer de dihat naskirin. Ji ber vê yekê her kesê ku ew didît jê hez dikir."

Di şer de herdû fermandar şehîd bûn. Yek ji wan li Minbcê û yek jî li Reqayê. Çîrokek bi dawî bû lê li peyî xwe ji hemû gelê Sûriyê û tevahî cîhanê re nameyên şoreşgerî hiştin. Bi tekoşîna xwe tekez kirin ku ew dikarin jiyana azad ji civaka xwe re ava bikin û pêwîst berdîlê wê were dayîn.

(bx/dc)

ANHA