Ji koneke koçberiyê rastiya xwe bi helbestan tîne ziman

Bi dijwarbûna şerê Sûriyeyê û zêdebûna hovîtiya wê di van heft salên borî de, koçberî veguherî beşekî jiyana welatiyên Sûriyeyê  û jin qurbaniyên wê yên sereke bûn. Tevî hemû dijwariya rewş û serpêkhatiyan, Hesna Hisêf rastiya jinatiya xwe bi helbestan derdibirîne û trajediya her malbateke Sûriyeyê li ser vê ciyografiyê vedibêje.

Ji koneke koçberiyê rastiya xwe bi helbestan tîne ziman
5 hezîran, 2018   08:35

UDEY EL-EHMED – ESMEHAN UMER / TEBQA

Jinên Sûriyeyê ku neçarî koçberiyê hatine kirin û di kampan de hatine bicihkirin, xwediyê serpêkhatiya herî dijwar di aloziya Sûriyeyê de ne. Li rex xemgîniyên wan ên ji ber serpêhatiyên tarî ku têre derbas bûne, niha jî ji ber dijwarbûna jiyanê astengiya dikişîne û pêdiviyên jiyanî nayên peydakirin. Tişta ku rewş xirabtir kiriye rewşa hewayê bû.

Di kampa El-Tiwêhîne ya li gundewarê bakurrojavayê bajarê Tebqayê de dayîka bi navê Hesna Hesêf (diya Kesar) li rex sê zarokên wê hatiye bicihkirin. Diya Kesar ji gundewarê Selemiyê ya parêzgeha Humsê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê neçarî koçberiyê hatiye kirin.

Di derbarê rewşa koçberiya ber bi vê herêmê ve û serpêkhatiya ku têre derbas bûye de Diya Kesar wiha got: "Ji ber şer em şerpeze bûn û li seranserî axa Sûriyeyê em koçberî gelek herêman bûn û herî dawî em li vir hatin bicihkirin. Li vir em hatin hembêzkirin û li hemberî serpêhatiya me rêzdar bûn. Ev salek e ez di vê kampê de bicih bûme û xemgîniya me hinekî kêm bû, lê eger em venegerin war û malên xwe ti carî derûniya me aram nabe. Me hemû bîranînên xwe li pey xwe hiştine."

Di koneke biçûk a kampê de Diya Kesar a 55 salî nivîsandina helbestan ku beriya 24 salan dest pê kiriye didomîne. Diya Kesar helbestan bi zarave û devkiya xwe dinivîse û têde çand û nasnameya xwe vedibêje. Diya kesar hemû rewşên ku têre derbas bûye bi helbestan nivîsandine û vedibêje û piştrast dike ku jin xwedî afrîneriyeke cîwaz in.

Di derbarê aloziya Sûriyeyê de, nemaze serpêkhatiyên kuştin, şerpezekirin û koçberkirina welatiyên Sûriyeyê Diya Kesar helbestan bi zimanê xwe yê Erebî vedibêje.

Diya Kesar diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve ji helbestan hez dike û ji bo wê helbestvanên herî baş Ebû Fîras El-Hemedanî ye û ji helbestên wî gelek beyt û gelek beytên helbestvanên din ezber kirine.

Koçberî û zîndan jî di nava beytên helbesta wê de diyar in û têde behsa birayên xwe yên di zîndanên rêjîma Baasê de ne dike.

Hesne Hisêf (diya Kesar) nimûneya her jineke Sûriyeyê ye ku serpêhatî û trajedî jiyan kirine û ti bend nikaribûn li hemberî afrîneriya wê bisekinin û rastiya jinan û hêza wê ya fikrî û manewî vedibêje.

ANHA