Koçberên ji dojehekê ber bi dojeheke din ve

Di tariyê de û li gel dengê top û bombeyan, kesê yekem ji Sûriyê ye ku sînorê Urdunê derbas dike, bi hezaran malbatan dane pey wî, li vir romana nû romanên koçberên Sûriyeyê derdikeve pêş.

Koçberên ji dojehekê ber bi dojeheke din ve
Koçberên ji dojehekê ber bi dojeheke din ve
Koçberên ji dojehekê ber bi dojeheke din ve
5 hezîran, 2018   07:46

AYIŞE MIDEWER / TEBQA

Piraniya gel guman dikin ku kamp tê wateya çend çadir,  madeyên xwarinê, av, pêdiviyên paqijiyê û betanî. Lê ya ji mafê girîng ê koçberan ku bi ewle bijîn. Ev yek jî ji berpirsên bajarê ku xwe lê bi cih kirine tê xwestin. Ku kampên bi ewle ji wan re amade bikin.  

Kampa El-Zaterî yek ji kampên ku gelê Sûriyê yên ku di sala 2011'an de ji ber şerê Sûriyê berê xwe dan Urdunê ye. Kamp li rojhilatê bajêr El-Mefreq a parêzgeha El-Mefreq a bakur rojhilatê Urdunê hatiye avakirin. 

Rewşa jinên koçber ên Sûriyê di kampa El-Zaterî ya Urdunê de di nava destdirêjayî, xwefirotina beranberî xwarinê, gefa kuştinê, bi hinceta zewacê qîzan ji kampê derdixin û paşê wan weke fahîşe bikar tînin. Her wiha li ser qîzên Sûriyê ji aliyê karkerên ku di kampê de dixebitin destdirêjî dihat kirin.

Koçbera ji Sûriyê (L.F.) ji gundê El-Sexna yê bakurê parêzgeha Humsê ye. Di nava 2 sal û nîvan de di kampê Urdunê de jiyan kir. (L.F) derbarî tiştên ku li kampên koçberan û bi taybet li kampa El-Zaterî çêbûbûn de ji ajansa me ANHA'yê re axivî.

(L.F) li ser rewşa ne baş, zehmetî û tunebûne pêdiviyên pêwîst ji şêniyên kampê re axivî. Yek ji pêdivyên jiyanê ewlehî ye. Ewlehiya ku di kampan de tune bû û bi taybet di aliyê jinan de. ji ber van sedeman (L.F) got ku temen çi dibe bila bibe û biriyara vegera welat da. (L.F) berê xwe da herêmên ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin ji ber pir li ser ewlehiya wan herêman bihîstiye.

(L.F) got ku alîkarî ji NY'yê dihat da ku li hemû gelê Sûriyê belav bikin. Lê kesên ku li ser vî karî disekinîn didizin û bi buhayên bilind difrotin koçberan. Ji ber vê yekê gelek kesan pêdiviyên xwe difrotin da ku ji xwe re xwarinê bikirin.

(L.F) di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelek jin û bi taybet ên xizan da ku ji xwe re tûrekî nan bigrin laşê xwe pêşkêşî karmendên Urdunî û hindek xebatkarên ku di kampê de dixebitîn,dikirin. Yek ji wan jinan ji karmendekî re got ku tûrekî nan bide min û tu çi dixwaze bi min bike.

Her wiha yek jinan keça xwe ya temen bi çûk da zilamekî ku di destî wî de madeyên xwarinê hene da ku zilam wan madeyan ji wan re pêşkêş bike.

(L.F) got ku tu kar tune bû ku hevserên wan jinan bikin. Yek ji sedemên bêkarbûna wan ku şêniyên li ser sînor qebûl nedikin ku wan bixin kar de yan jî bi wan re bixebitin. Ji ber vê yekê ew zilamanan neçar diman ku çavên xwe ji tiştên ku têne kirin, bigrin.

 (L.F) li ser zehmetiya jiyanê di kampa El-Zaterî de, rewşa hewa ya ne baş û çadira wan ku wan ne ji sermê û ne ji germê diparêze. Her wiha got ku kamp ne bi awayekî rêxistinkirî hatbû avakirin û di zivistanî de çadirên wan di nava golên avê de diman.

Ji aliyekî din ve jî (L.F) tekez kir ku rewşa tendirûstî di kampê de pir ne baş e, gelek nexwaşî di kampê de belav dibin. Her wiha rêxistinên mirovahî rewşa kampê bi temamî paşguh kirine. (L.F) got ku tu alîkarî ji aliyê nexwşxaneyên hikûmeta Urdunê û yên taybet ji wan re nehatiye pêşkêş kirin her wiha diyar kir ku kesê ku di kampê de nexweş diket di riya kaxezekê re xwe derman dikir. Ew kaxez an dihat erêkirin an na we yek jî li gorî komîteya Tendirûstiyê ya kampê bû. (L.F) got bi sedema vê yekê gelek koçber mîna koçikan "Weke ku (L.F) ew bi nav kirin) li ber deriyê nexwşxaneyan mirin.

 (L.F) di riya ajansa me ANHA'yê de bang li hemû jinên Sûriyê yên ku di kampa de ne ku li welatê xwe vegerin.

(L.F) bang Ii rêxistinên mirovahî yên karûbarên koçberan kir ku rewşa wan û bi taybet rewşa jin û zarokan di ber çavan re derbas bikin.

(bx)

ANHA