Di rojnameyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di manşêtên xwe yên îro de bal kişandin ser hemleya Bagera Cizîrê ya QSD'ê, rewşa Minbicê û mijarên din derbarê Sûriyê, her wiha aloziya Urdinê, Yemen, Lubanê û meşa mezin a welaityên Filistînê.

Di rojnameyên ereban de îro
5 hezîran, 2018   07:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê Ereban di nivîsên xwe yên îro de wekî her car di rêza yekê de rewşa Sûriyê bû. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset debrarê hemleya Bagera Cizîrê sernavê "Koalîsyona Navdewletî lezê li tunekirina DAIŞ'ê ya rojhilatê Sûriyê dike' avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Êrîşa DAIŞ ew kir rojavayê Firatê, Hemleya Bagera Cizîrê dewam kir" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Hêzên QSD'ê hemleya Bagera Cizîrê ya li dijî DAIŞ'ê dewam kir û wiha dom kir: "Hemleya QSD'ê li herêmên dawî yên rojhilatê Firatê ku di bin destê DAIŞ'ê de ye pêk hatiye. DAIŞ careke din êrîşî bargehên hêzên rêjîmê yên li derdora Ebûkemal kirin. DAIŞ karîbûn herêmên xwe yên li herdû aliyê Çemê Firatê (rojhilat û rojava) bighîn in hev."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî ev tişt zêde kir: "Çavkaniyên herêmî û çalakvanan diyar kirin ku rêxistina DAIŞ herêmek fireh ji gundê El-Hesrat a bakur-rojhilatê Ebûkemal ya li rojavayê Çemê Firatê xist destê xwe. Bi vê yekê jî herêmên din ên rojhilatê Firatê. LI aliyê din jî Berdevkê Fermî yê QSD'ê KÎno Gibraîl got ku DAI li herêma Dişîşa ya li ser sînorê Îraqê hatiye çemberkirin. DAIŞ herêma Dişîşe wekî herêma sînor ku endamên xwe di nava Îraq û Sûriyê de vedighestin, bikar tanîn in."

Minbic û rojhilatê Firatê

Rojnameya El-Ereb jî derbarê daxuyaniyên dewleta Tirk ên li ser Minbicê sernvaê "Nexşeriya Tirkiyê, Amarîka ne zelaliyê di pêşeroja kurdên Sûriyê de pêk tîn e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Washigton û Neqere ragîhandin ku wan derbarê rewşa bajarê Minbic ê Sûriyê lihev kirine. Ev lihevkirin gelek xalepirsan bi xwe re tîne. Pirasa herî zêde gelo Amarîka wê dest ji hevkarê xwe yê sereke YPG berde? Helwesta Rûsiya ji vê nexşeriya wan wê çibe? Gelo ev itîfaqa wan derbarê lihevkirinek mestir derbarê Sûriyê giştî de wê pêk bîne? An ev tenê gavek din ji bo kaxezan li Bakurê Sûriyê tevlî hev bikin?"

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê "Enqere hebûna xwe li Bakurê Sûriyê fireh dike" Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Hevserokê Melcîsa Sûriya Demokratîk Riyad Derar got ku Amarîka soz daye ku parstina herêma Minbic û rojavayê Çemê Firatê ji çi destwerdanên derve bike û hevkariya xwe bi me re bidomîne. Derar her wiha da zanîn ku Amarîka nerînên xwe derbarê itîfaqa bi Tirkiyê re anîne ziman, ema detayên itîfaqa wan ne hatiye diyarkirin û destnîşan kir ku Amarîka baş dizane heger Minbic û rojhilatê Firatê neparêze tê wateya ku Amarîka ji herêmê derkeve.Ev jî dê bandoreke neyînî li ser tevahî herêmê bike. Danûsteninên me bi Amarîka re didome. "

Başûrê Sûriyê

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Komîteya Destûra Sûriyê dest bi karê xwe yê îsal kir" avêt. Rojnameya El-QUdis El-Erebî jî derbarê heman mijarê sernavê "Di navbera çekdarên Diri El-Firat û Ehrar El-Şam de li Cerbalusê şer derket, ev jî rewşê alozitir dike" avêt. Rojnameya El-Ereb jî li ser mijarê sernavê "Sûriyê piştgiriya koçberên li Lubanê dike da ku vegerin û cihê xwe di avakirina welatê xwe de bigirin" avêt.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewst jî derbarê mijarê sernavê "Mosko şerê Başûr bi vekişîna çekdarên Îranê ve girdaye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev trişt anî ziman: "Mosko duh tekez kir ku heger çekdarên girêdayî Îranê beşdar bûn, wê Rûsiya piştgiriya ezmnaî neidn hêzên Rêjîma Sûriyê di şerê Başûr de. Bargeha Himêmîm a Rûsiya jî li ser malpera xwe ya Facookê got ku divê hêzên Îranê û Huzib El-Ah ji başûrê Sûriyê derkevin."

Iraq

Drbarê rewşa Iraqê rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "El-Amirî pesnê Washontogon dide, El-Xezelî bi tirse" avêt. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê "Hevgirtina El-Fetih parçe bû, bi vê re hêza Îaranê li Îraqê lawaz bû" avêt. Rojnameyê got ku hevdîtina di navbera û Rêberê Lîsteya El-Fetih Hadî El-Amirî ê nêzî Îranê bi Sefîrê Amarîka ya Bexdayê Douglas Seelman re bû cihê metirsîna hin aliyan û gelek xalepirs bi xwe re derxistin pêş.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de li ser zimanê berpirekî dîplomasî yê li Baxdayê got ku Amarîka hewl dide ku rêxistina Bedir ji lîsteya  El-Amirî dûr bixe.

Aloziya Urdin

Derabrê rewşa Urdinê û aloziya tê j iyankirin jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Urdin: Hikûmeta El-Zerar  li ber du pijaran e ku kolanê rehet bike" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Qiralê Urdinê Ebdulah Duyemîn duh, Umer El-Rezaz ji bo  avakirina hikûmeta Urdinê ya nû erkdar kir û wiha dom kir: "El-Zerarê ku berê wezîrê perwedeyê yê Hikûmeta Hacî El-Mulqibî ku ji qiral re istfaya xwe pêşkêş kir, li ber bijara rehetkirina kolana ku çalakiyan li dijî pirojeya qanûna bace ye û bijara zêdekirina buhayê nirxên madeyan e."

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Derbek giran li Hûsî ket, Serokê Erkana wan hate kuştin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çekdarên hûsî derbeyên giran xwarin û wiha dom kir."Serokê Erkanê wan Mihemed Ebdulkerîm El-hamidî di êrîşa hewayî de hate kuştin. El-hamidî di rêza 16'an a lîsteya terorist a Koalîsyona Ereban a li djî Hûsîyan e."

Filistîn

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Filistînê sernavê "Şêniyên Xeza tevlî meşa milyonî ya ber bi Qudisê ku bi boneya derbeya giran a sala 1967'an bûn" Di rojnameyê de hate gotin ku welatiyên Filistînê li Xezayê salvegera 51'an a têkçûyînê û dagirkeriya Îsraîlê ji  beşê maye ya xaka Filistînê lidar dixin û wiha dom kir: "Şêniyên Xeza îro salvegera 51'an a têkçûyînê bibîr tînin. Di vê çarçoveyê de meşên welatiyên filistînê dewam dikin.

Lubnan

Derbarê rewşa Lubanê de jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Hizib El-Ah careke din kaxezên xwe di hindir de rêz dike…Birînên hilbijartinan derman dike" avêt.Rojnameyê got ku hevdîtina di navbera sekreterê Huzib El-Ah Hesen Nesrela û Serokê koma Libana bi Hêz Cibran Basîl di dawiya vê hefteyê de pêk hat û wiha dom kir: "Di heman demê de berpirsê  Partiya Pêşvero ya Hevbeş Welîd Canpolat û alîkarê siyasî yê Hesen Nesrela, Hisên El-Xelîl re pêk hat, her wiha bi berpirsê têkiliyan ê Hiz El-Ah Wefîq Sefa pêk hat."