ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.06.2018
5 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Fermadarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê wê were bîranîn. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dema ku mirov li dîroka şoreşa Rojava temaşe dike gelek lehengên berxwedêr ên li dijî dagirkerî û terorê dibîne. Di nava van berxwedêran de gelek ji wan rizgariya bajarên xwe jiyan nekirin. Fermandar şehîd Feysel Ebû Leyla yek ji van berxwedêran e. Lê bi saya têkoşîna wan hêviya gelan di rizgariyê de geş bû û gavên destpêkê li ser riya pêkanîna hêviyên wan hatin avêtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmarek welatiyên Kantona Kobanê diyar kirin ku Erdogan bi îlnakirina hilbihartinên pêşwext dixwaze desthilatdariya xwe biparêze û binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Kurd û Tirkiyê berdewam bike û bang li gel ku di hilbijartinan de, dengê xwe kesê ku îradeya wan temsîl dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmarek şêniyên bajarê Minbicê diyar kirin ku dewleta Tirk bi gefxwarinên xwe hewl dide tevliheviyên di navbera gelê herêmê de derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê û Sekretêra Kongreya Sochi Meys Kirêdî dagirkirina Efrînê bi "Karîseteke mirovî" pênase kir û di mijara rizgarkirina Sûriyê ji karîstan de banga xebatên hevbeş li hêzên niştimanî yê Sûriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nûnerê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ofîsa Dirbêsiyê Mehmûd Seyda anî ziman ku Receb Teyyîp Erdogan bi riya hilbijartinên pêşwext dixwaze siyaseta xwe ya qirêj li ser gelan feriz bike. Seyda banga piştgiriya HDP‘ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Di tariyê de û li gel dengê top û bombeyan, kesê yekem ji Sûriyê ye ku sînorê Urdunê derbas dike, bi hezaran malbatan dane pey wî, li vir romana nû romanên koçberên Sûriyeyê derdikeve pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Meclîsa Navçeya Eyn Îsa ji 135 komînan pêk tê, ji bo xizeta gel bi hemû komîteyên xwe di nava liv û tevgerê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Şêwekarekî ku mijarên hunera xwe ji hawîrdora Firatê werdigire û bi peyker û tabloyên xwe yên hunerî dîrok û kevneşopiya herêmê vedibêje. Şêwekar ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve rastî girtin û îşkenceyê hatiye, lê dîsa jî vegeriya şêwekariya xwe û di atmosfêreke azad de hestên xwe derdibirîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbata Nehîr Henna ji komkujiya Seyfo re  koçberî Qamişlo dibin û Nehîr Henna bajarê Qamişlo li hemberî yekpêrestî û nijatperestiyê dewleta Tirk di dikana xwe de nîşanêyên olan bi destên xwe çê dike û difiroşê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di nava 7 salên ji aloziya Sûriyeyê de, koçberî bûye beşek ji jiyana gelê Sûriyeyê. Herî zêde jin dibin qurbaniyê vê aloziyê. Lê rexmî dijwariya şer û mercên jiyanê jî Hesna Hisêf bi hestên xwe yê jinanî êşa hemî gelê Sûriyê bi helbestan vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYAN

Herêma rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet herdu herêmên Dêrazorê û Reqayê, bi rengê xwe yê eşîrtî taybetmend e û rola wê di tevgera civakî û siyasî de gelekî girîng e. Her wiha bandora wê rasterast li rewşa civakê heye çi beriya şoreşê û çi jî piştî wê. Lê belê rêjîma Baasê û hêzên opozîsyonê li rex çeteyên girêdayî wê yên weke Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Ehrar El-Şam, ti rêzdarî ji vê taybetmendiya herêmê ya çandî û civakî re negirt. Her wiha bi hêzên herêmî re tevgeriyan da ku rola eşîran li herêmê pûç bikin û di derheqê welatiyan de komkujiyan pêk bînin. (BI WÊNE)

ANHA