Cewherên Firatê û zulma dagirkeran heta bilindbûna roja gelan -1

Herêma rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet herdu herêmên Dêrazorê û Reqayê, bi rengê xwe yê eşîrtî taybetmend e û rola wê di tevgera civakî û siyasî de gelekî girîng e. Bandora eşîran rasterast li rewşa civakê heye çi beriya şoreşê û çi jî piştî wê.

Cewherên Firatê û zulma dagirkeran heta bilindbûna roja gelan -1
5 hezîran, 2018   04:43

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Rola eşîran di tevgera civakî de li herêmn rojhilat (Dêrazor û Reqayê)

Tevî rola girîng a eşîran di herêmên rrojhilat û bakurê Sûriyê de jî lê rêjîma Baasê û hêzên opozîsyonê li rex çeteyên girêdayî wê (Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Ehrar El-Şam) bi tu awayî rêzdarî ji vê taybetmendiya herêmê ya çandî û civakî re negirt. Taybetmendiyên eşîrtî binpê bikin,  Her wiha bi hêzên herêmî re tevgeriyan da ku rola eşîran li herêmê pûç bikin û di derheqê welatiyan de komkujiyan pêk bînin.

Hêzên Sûriya Demokratîk û avakirina wê bû xelasiya gel û parastina welatiyan vê herêmê ku bi hezaran ciwanên eşîrên herêmê beşdarî nava refên wê bûn û roja gelan bi projeya biratiya gelan re bilind bû û demokrasî li herêmê hate çespandin û piraniya herêmên rojhilat ji tarîtiyê rizgar kirin û hêviya paşerojeke ronahî ji nû ve vegerandin.

Di vê dosyeyê de ku ji sê beşan pêk tê geşedan û destwerdanên li herêmê pêk hatine dê bêne vegotin, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve heta derketina rewşa tevlîhev û komkujî û guhertina demografîk û di dawiyê de dê behsa hevgirtina welatiyan bi eşîr û pêkhateyên xwe di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de were kirin û rewşa herêmê piştî ku ji zulma dagirkeran hate rizgarkirin dê were nirxandin.

Eşîr û rola wan di tevgera civakbûyînê de

Dema têkliyên civakî li Dêrazorê û Reqayê di ber çavan re tên derbaskirin, diyar dibe ku eşîr stûnê sereke ya têkliyên civakî ye û hemû têklî di vê çarçoveyê de pêk tên. Evan têklî heta roja me ya îro berdewam in, tevî hemû bandora bîrdoziyên derdorê û yên ji derve hatine û koçberiya piraniya ciwanan ber bi bajar û dewletên cîran ve da ku xwendina xwe temam bikin an karekî ji xwe re peyda bikin, vê yekê hişt ku bandora wan çi erênî û çi jî neyînî di têkliyên civakî de çalak bibe û rola eşîran di hin aliyên civakî de sînordar bû bêyî ku heybeta xwe di civakê de winda bike. Vê yekê hişt ku bibe fektora sereke di siyaset û şerê niha li Sûriyeyê tê meşandin de.

Rola eşîran di civakê û dozên wê yên hundirîn de berbiçav e, nemaze mijarên girêdayî lihevhatin û girêdana têkliyên eşîran bi hevûdu re di hemû aliyan de. Rengê eşîrtî hêjî di nava welatiyên van eşîran de serwer e.

Tevî hemû mîras û kevneşopiya eşîrtî ku li ba van civakan veguheriye çandekê, lê rêjîma Baasê û piştî wê hêzên opozîsyonê û komên çete yên girêdayî wan ti rêzdarî ji vê kevneşopiyê re negirtin û ti roleke siyasî yan civakî nedan eşîran da ku civak û herêmên xwe pêşbixînin û berûvajî wê eşîr ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn da ku xizantiya li herêmê berdewam bikin û serweriya xwe li ser van herêman ferz bikin.

Pilanên rêjîm û opozîsyonê yên desthilatdariyê hişt ku herêmê bibe qada komkujiyan

Rewşa civakên herêmên rojhilat ji rewşa civaka kurdî û pêkhateyên din ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ne cûda bû, nemaze di aliyê paşguhkirina çandî, civakî, siyasî û siyaseta birçîkirinê û belavkirina nezantiyê li rex "leşkerkirina" rêveberiyê di destê navend û baregehên ewlehiyê de ku serweriya giştî herêmê bi riya hin kesan dikirin û telihevî di nava eşîran de derdixistin.

Rêjîma Baasê ti girîngî ne dida eşîr û taybetmendiya wan an jî çîna wê ya ronakbîr di birêvebirina civakê û çareserkirina dozen wê de. Her wiha ti carî alîkariya wê nekir da ku nikaribe civakên xwe pêşve bixîne û ji hin edetên xwe yên kevin xilas bibe û xwe nû bike da ku parastina kevneşopiya xwe ya çandî, civakî û exlaqî ji pişaftinê biparêze. Berûvajî wê ji eşîran sûd wergirt da ku serweriya xwe ya desthilatdar li ser giştî civakên Sûriyeyê ferz bike.

Yek ji van siyasetên ku rêjîma Baasê daye meşandin ew e ku eşîrên herêmê ji xwe re bikar dianîn da ku eşîran li dijî hevûdu bide xebitandin û bingeha eşîrtiyê û girêdana biratî û hevgirtina di navbera eşîran de lawaz bike. Paşê jî kesayetên Baas di nava civakê de derdixistin pêş da ku serweriya xwe li ser gelên Sûriyeyê xurt bike. Her wiha gelek caran soza kursiyeke parlemanê didan hin kesayetan da ku pê bixapîne û ev mijar di şerê di navbera eşîrên herêma Dêrazorê û Reqayê de bikar anî.

Rêjîma Baasê di vê çarçoveyê de her wiha gelek caran tevliheviyên etnîkî di navbera pêkhateya Kurd û Ereb de derdixistin da ku hevgirtina van pêkhateyan lawaz bike. Weke mînak rêjîma Baasê di sala 2004'an de tevliheviyek derxist û veguherî serhildanekê li dijî rêjîmê û siyasetên wê, her wiha di sala 2010'an de jî li Reqayê komkujiyek di Newrozê de di derheqê Kurdan de pêk anî.

Mijara din û ya sereke siyaseta birçîkirin û xizantiyê ku rêjîma Baasê dida meşandin li re stratejiya mayîndekirina nezantiyê di nava civakê de di encamê de herêma Dêrazor û Reqayê herî zêde di Sûriyeyê de di nava nezantiyê de bû û di dawiyê de di sala 2006'an de zanîngeha Feratê bi derfetên gelekî lawaz vekir.

Li aliyekî din gendelî li herêma rojhilat gelekî zêde bû, tevî ku bi hilberîna çandiniyê, gaz û petrolê dewlemend e û hemû xêr û bereketa herêmê ji aliyê endamên dewletê ve dihatin dizîn da ku welatiyên herêmê birçî bihêlin. Heta di aliyê karmendiyê de welatiyên herêmê ji aliyê dewletê ve ne dihatin xebitandin û rêveberiya herêmê ji aliyê navendên leşkerî û ewlehî ve dihat meşandin û ti serweriyeke saziyên sivîl li herêmê tune bûn.

Opozîsyonê bi komkujiyên xwe rewş xirabtir kir û riya rêjîmê berdewam kir

Di Nîsana 2011'an de ciwanên herêma rojhilat li bajarên Dêrazorê û Reqayê xwepêşandan lidar xistin ku bi herêmên din ên Sûriyeyê û buhara gelan a ber bi azadiyê ve bibandor bûn. Lê heman evan xwepêşandan ji aliyê rêjîmê ve bi guleyan hate bersivdayîn. Piştre komên radîkal li herêmê derketin û ji aliyê Tirkiyeyê û hin dewletên herêmî yên din ve hatin bikaranîn da ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin.

Mînaka vê yekê jî ew e ku Ebû Mihemed El-Colanî berê xwe da gundewarê Dêrazorê û li vir bingeha Cebhet El-Nusra di sala 2010'an de bi alîkariya Tirkiyeyê ava kir. Paşê hin tabûrên di bin navên Tugaya El-Qehqah, Ehrar El-Şam û herî dawî DAIŞ ava kirin û beşdarî şerên dûrî wateya şoreşgeriyê û heta pîvanên exlaqê bûn. Her wiha li ser daxwaza istixbarata Tirkiyeyê êrîşî herêma Serêkaniyê kirin û di encamê de parçebûneke civakî li herêmê hate meşandin û ber bi çarenûseke tarî ve hate şandin û rola rûspî û aqilmendan têde hate windakirin.

Tirkiyeyê her tim hewl dan meclîs û komên sivîl ava bike da ku ji çeteyan re weke sîwan di Sûriyeyê de bikar bîne. Hemû civînên van meclîs û koman jî li bajarên Tirkiyeyê pêk dihatin û bazirganî li ser gelê Sûriyeyê dikirin.

Di encama derketina terorê de bi dehan komkujî li herêmê pêk hatin

Ji ber şaştiyê di encama ferzkirina desthilatdariyê û xurtkirina wê li gorî berjewendiyên hêzên herêmî û mayîndina xizantiya gel û dûrxistina wê ji kevneşopiya çandî, hişt ku herêm veguhere qada herî qirêj a pêkanîna komkujiyan di dîroka mirovahiyê de.

Dîmenên serjêkirinê, alavên cûda yên îşkenceyê, fetisandina di avê de û avêtina welatiyan ji ser banê avahiyan de û kuştina bi tecrûbeyên kîmyawî, evan buyerê hemû welatiyên herêmê li pêş çavên xwe dîtin, nemaze koçberkirina bi darê zorê û girtina bi hezaran welatgiyan û leşkerkirina zarokan, evan buyer hemû li ser destên çeteyên ku bi riya Tirkiyeyê hatine pêk hatin.

Li vê herêmê herî kêm 50 komkujî di derheqê welatiyan de pêk hatin û ya herî  giran li di derheqê eşîra El-Şihêtat de bû û di sala 2014'an de pêk hat û di encama wê de bêtirî 1200 welatî ku piraniya wan jin û zarok bûn qurbanî. Her wiha komkujiya gundên Hetla, Salihiyê û Ebû Hemam ku di tîrmeha 2016'an de komkujî di derheqê welatiyan de pêk hatin. Her wiha komkujiya fabrîkeya Konîko ku weke navenda îşkenceya çeteyên DAIŞ'ê dihat bikaranîn.

Ji ber van sedeman piraniya bajarên Sûriyeyê û bi taybet Dêrazorê û Reqayê hatin hilweşatin û bi hezaran welatiyên wan hatin kuştin. Ango fatoreya şer tenê welatiyan da.

Sibe.. sûdwergirtina Tirkiyeyê û Îranê ji şoreşê û derxistina ji riya wê û guhertina demografîk

ANHA