Sersaxî ji malbata Kendal Hawar re hate xwestin

Bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê ji  malbata şervanê YPG‘ê Ehmed Hesen bi nasnav Kendal Hawar re xwestin.

Sersaxî ji malbata Kendal Hawar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Kendal Hawar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Kendal Hawar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Kendal Hawar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Kendal Hawar re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Kendal Hawar re hate xwestin
4 hezîran, 2018   17:29

EFRÎN

Şervanê YPG‘ê Ehmed Hesen bi nasnav Kendal Hawar 31‘ê Gulanê di çalakiyeke li dijî dagirkeriya Tirkiyê li gundê Qorteqleq ê navçeya Şerayê de şehîd bû.

Bi armanca taziyê, bi sedan welatiyên Efrînê û yên kantona Şehbayê, şervanên YPG û YPG‘ê, nûnerên TEV-DEM‘ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herdu kantonan berê xwe dana gundê Eqîba yên navçeya Şêrawa ku taziyê lê hatibû danîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Şaziya Îbrahîm axivî û ev tişt got, "Xeta şehadetê berdewam e. Bav şehîd dibe, neviyê wê çeka wî radike. Bi zarokekî be em ê bi serkevin. Gelê me xwedî giyanekî berxwedêr û îradayeke ji polat e, wê tu carî îradeya neşkê ji ber ku bingeha xwe ji ramanê Ocalan digire."

Di merasîmê de, Rêveberê TEV-DEM‘ê Hesen Koçe jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, "Madem malbatên mîna malbata şehîd Kendal ku 4 zarên xwe diyarî welat kirine, madem parastivanên nasname û welat hene, Berxwedana Serdemê bi rihê wan şehîdan wê bi serkeve."

Bi navê malbata şehîd Kendal Hawar Şêrawa jî axivî û got, "Em ê xeta şehîd Kendal û hevalên wê temam bikin. Em amade ne axa vê welatê bi xwîna xwe av bidin."

Merasîm di dirûşemeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA