Şandeya Tevgera Nûjen serdana Meclîsa leşkerî ya Minbicê kir

Şandeyek ji Tevgera Nûjen a Niştîmanî îro serdana Aavahiya Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir.

Şandeya Tevgera Nûjen serdana Meclîsa leşkerî ya Minbicê kir
4 hezîran, 2018   17:03

MINBIC

Şandeya Tevgera Nûjen a Niştîmanî gera xwe ya li Bakurê Sûriyeyê didomîne. Şandeya ku Serokê Tevgera Nûjen a Niştîmanî Ûbeyde El-Nehas û şêwirmendê wî Mihemed Sermînî û endamên Tevgerê Enes Timê û Emar Silêman pêk dihat îro serdana Avahiya Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Şande ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil, şêwirmendê wî Ebû Elî Necem û Berdevkê Fermî yê Meclîsê Şervan Derwêş ve hate pêşwzîkirin.

Herdu alî, mijarên girêdayî rewşa ewlekarî li herêmê û xebatên meclîsê, modêla ku meclîsê ji bo ewlekariyê herêmê pêk tîne nîşqaş kirin.

Endamên Meclîsa Lekşerî, tecrûbeya xwe ya di parastin û ewlehiya bajêr de û şêwazên rêxistinkirina hêzên xwe şanedeyê re parve kirin.

Her wiha Meclîsa Leşkerî destnîşan kir ku, deriyên wan ji bo hemî kesên dixwazin xizmeta bajêr bikin re vekirîne.

Şandeyê ji aliyê xwe ve pesna tecrûbeya Rêveberiya Sivîl û Leşkerî ya Bajarê Minbicê dan.

(şx)

ANHA