Şaredariya Girê Spî amadekariyên cejnê dike

Şaredariya Gel a Girê Spî bi nêzikbûna Cejna Remezanê re xebatên xwe berfireh kiriye.

Şaredariya Girê Spî amadekariyên cejnê dike
4 hezîran, 2018   16:25

GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a Girê Spî ji bo pêşwazîkirina Cejna Remezanê amadekariyan xwe befireh û dest bi pêkanîna wî kiriye.

Hevserokê şaredariyê Ebdulrezaq El-Xemîs got:"Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re, wekî şaredarî me xebatên xwe berfireh kiriye. Li ser vê yekê em bi komîteyên komîteyên zimhêr, veguhestin û xizmetguzariyê re civiya û me bername danî."

El-Xemîs destnîşan kir ku li gorî pîlansaziya wan, dê kolan û park werin paqijkirin, şitil werin çandin, kolan werin ronîkirin û buhayê madeyan werin kontrolkirin.

(şx)

ANHA