Cenazeyê stranbêj Ehmed Dabo li Kobanê hate veşartin

Stranbêjê stranên gelerî Ehmed Dabo "Dilbican Kendeş" ku li ser asta herêmê navdar e, di encama nexweşiyê de koça dawî kir.

Cenazeyê stranbêj Ehmed Dabo li Kobanê hate veşartin
4 hezîran, 2018   15:18

KOBANÊ

Ehmed Dabo ango Dilbican Kendeş di 50‘î salî xwe de, di encama nexweşiyê de li nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî vê sibehê di deriyê Murşid Pênarê derbasî Kobanê hate kirin û li goristana gundê Termik hate definkirin .

Desthildariya Tirkiyê qebûl nekir ku malbat derbasî Kobanê bibe, da ku beşdarî merasîmê definkirinê bibe.

Bi sedan şêniyêna herêma Firatê, di nav de hunermend hebû, beşdarî merasîmê definkirinê bûn, di merasîmê de xebata dengbêj a di vejandina çand û hunera kurdî hate vegotin.

Ehmed Dab, ji zarokatiya xwe ve, dengbêjiyê dike, di şahî û munasebatan de stranên filklorî digot, di dukaneke çêkirina amûrên mûzîkê de dixebitî.

(şx)

ANHA