Serokwezîrê Urdunê îstifa kir

Serokwezîrê Urdunê Hanî El-Mûlqî, piştî nerazîbûnên gel neçar ma îstifa bike.

Serokwezîrê Urdunê îstifa kir
4 hezîran, 2018   15:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên hikûmetê ragihand ku îro piştî nîvro Serokwezîr Hanî El- Mûlqî îstifaya xwe radestî Qral Abdûllah kir. Hate ragihandin ku qral jî îstifa El- Mûlqî qebûl kiriye.

Ji Çarşema burî ve çalakiyên protestoyê yên gel zêde bûn. Roja Yekşemê jî 5 hezar kes li pêşiya avahiya Serokwezîr li hev civiyan û daxwaza betalkirina hikûmetê kirin.

Serokwezîr Hanî El-Mûlqî ji bo deynên welat kêm bike, polîtîkayên kemer şidandinê xist meriyetê. Hêrsa gel jî li divî van polîtîkayan zêde bû.

Qral Abdûllah ji bo hêrsa gel a li kolanan kêm bike ragihandinbû wê roja Duşemê (Îro) daxwaza îstîfaya Serokwezîrê Urdun El-Mûlqî bike. Çalakgeran daxwaza îstifaya El-Mûlqî dikir. El-Mûlqî di Gulana 2016’an de bi erkê ku aboriyê baştir bike weke serokwezîr hatibû tayînkirin.