Mûzeya Reqa tê sererastkirin

Komîteya Tûrîzm û Şûnwaran a Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Rêxistina Rûiya xebatên nûkirina Mûzeya Reqa pêk tînin.

Mûzeya Reqa tê sererastkirin
Mûzeya Reqa tê sererastkirin
Mûzeya Reqa tê sererastkirin
Mûzeya Reqa tê sererastkirin
Mûzeya Reqa tê sererastkirin
4 hezîran, 2018   16:19

REQA

Mûzeya Reqa, di dema dagirkeriya komên çete de, rastî xirabkirin û talankirinê hat.

Piştî rizgarkirina bajarê ji aliyê QSD‘ê ve xebatên ji nû ve avakirina hatin destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de,  Komîteya Tûrîzm û Şûnwaran a Meclîsa Sivîl a Reqayê bi alîkariya Rêxistina Rûiya xebatên sererastkirina Mûzeya Reqa dane destpêkirin.

Mûze ji du qat û 7 salonan pêk tê.

Xebatên sererastkirinê, dê li gorî 3 merheleyan pêk were. Merheleya înşayê, di vê merheleyê de dîwar û banî û salonên mûzeyê dê werin sererastkitin. Di merheya duyem de, derî, pencere, xetên kanalîzasyonê, parka biçûk a mûzeyê wê werin sererastkirin. Di merheleya dawî de jî dê cihê pêşkêşkirina tablo û peykeran, hwed dê were amadekirin.

Rêveberê xebatên sererastkirina mûzeyê, her wiha endamên Rêxistina "Rûiya Umer El-Mewh anî ziman ku mûze dê ji nû ve were sererasrkirin û got, qadê jor wê wekî buroyên xebatkarên Komîteya Tûrîzim û Şûnwaran were amadekirin.

(bb)

ANHA