Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê şervanê YPG‘ê Neçîrvan Mihemed (Demhat Koçer) ê ku 22‘ê Adarê di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, bi merasîmekê bîr anî.

Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn
Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn
Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn
Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn
Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn
Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn
Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn
Şehîd Demhat Koçer hate bîranîn
4 hezîran, 2018   13:42

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Dêrik, Girkê Legê, herêmên Koçerat, Berav û Aliya berê xwe dane gundê Siwêdîkê û tevlî merasîmî bîranînê  bûn û ji malbata wî re sersaxî xwestin.

Merasmî bi turnake leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Ji fermandararên YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê sersaxî ji malbata şehîd Demhat re xwest û got, "Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin. Berxwedana Serdemê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê di qonaxa xwe ya duyemîn didome. Berxwedana şervanên me ya li hember talanger û êrîşkaran li hemû eniyan berdewam e. Gelê me yê Efrînê qebûl kirin di bin çadiran de jiyan bikin, lê jiyana di bin zulma dagirkeran red kirin."

Mihyedîn Xêrkê, di dawiya axaftina xwe de berxwedana Efrînê silav kir û soz da ku ew ê xeta berxwedanê berdewam bike ta gelê Efrînê li warê xwe azad vegerin.

Di berdewama merasîmê de, bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Seîd Sîpan jî axaftin kir û anî ziman ku armanca dewletên dagirker şikandina îradeya gelan û têkbirina tevgerên azadiyê ye.

Seîd Sîpan, bal kişand li ser tevîbûna ciwanên ji welatên cîhanê ya nava şoreşa Rojava û avakirina tabûra şervanên entnasyonal û got ku ev yek berhemên fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku riya azadiyê nîşanî hemû gelan kiriye.

Sîpan, di dawiya axafatina xwe de soz mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê da.

Di merasîmê de, axaftin bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û Meclîsa Navçeya Dêrikê hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Wesîqeya şehadetê ya Şehîd Demhat Koçer hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Birayê şehîd, Elî Mihemed jî axivî û soz da ku ew xeta birayê xwe dewam bike.

(bb)

ANHA