Ji bo koçberên kampa Eyn Îsa lîstika şatrencê

Ji bo koçberên Kampaya Eyn Îsa turnuveyeke şatrenc bi navê "Hizkirin û Biratî"hate organîzekirin.

Ji bo koçberên kampa Eyn Îsa lîstika şatrencê
4 hezîran, 2018   14:48

GIRÊ SPÎ

Rêxistina Pêl a Çalakiyên Sivîl bi hevkariya Rêveberiya Kampa Eyn Îsayê ji bo koçberên kampê turnuveyeke şatrencê bi navê "Hizkirin û Biratî" bi rêxistin kirin.

Turnuve dê 7 rojan berdewam bike û di navbera 2 tîman de, Selam û Şebab de lîstik pêk werin.

Beriya lîstik dest pê bike, Rêveberê Kampa Eyn Îsa Celal Eyaf û spasiya Rêxistina Pêl li ser vê însyatîfkê kir û ev tişt anî ziman, "Koçberan gelek zehmetiyan dikişînin. Ev gav hişt ku koçber êşa xwe hinekî ji bîr bikin, û hişt ku koçber di bin yek çadirê di bibin yek."

Piştî axaftina Rêveberê kampê, lîstik di navbera herdu tîman dest pê kir.

(hh)

ANHA