Parka Şehîd Nalîn Mûş tê amdekirin

Kongreya Star dê bi navê Şehîd Nalîn Mûş di demeke nêzîk de parkekê vebike. Di parkê de wê lîstokên zarokan jî werin bicihkirin.

Parka Şehîd Nalîn Mûş tê amdekirin
Parka Şehîd Nalîn Mûş tê amdekirin
Parka Şehîd Nalîn Mûş tê amdekirin
Parka Şehîd Nalîn Mûş tê amdekirin
Parka Şehîd Nalîn Mûş tê amdekirin
Parka Şehîd Nalîn Mûş tê amdekirin
4 hezîran, 2018   12:46

RÊNAS REMO – KADAR IBREHÎM / QAMIŞLO

 Di demek nêzîk de wê Kongreya Star park û seyrangeha "Şehîd Nalîn Mûş li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo vebike.

Endama Rêveber a Kongreya Star Leyla Iskan derbarê vekirina parkê de got ku ji ber park li herêma Başûr a Navçeya Tirbespiyê nîne û ji bo rêzgirtina ked û tekoşîna mezin a jinan di şoreşa Rojava de dê parkê bi navê Şehîd Nalîn Mûş vebikin.

Lelya Iskan her wiha destnîşan endamên Kongreya Star dê li ser xebatên vekirina parkê bisekinin û da zanîn ku dê cihên taybet bi rûniştinê di parkê de were çêkirin, her wiha dê golên avê di nîvê parkê de were çêkirin.

Endama Rêveber a Kongreya Star her wiha desntîşan kir ku wan dest bi kar û xebatên parka ku firehiya wê 6 donme di demek nêzîk de vebikin.

(dc)

ANHA