15 ton narkotîk li Lubnanê hatin desteserkirin

Hêzên Ewlehiya Lubnanê 15 ton narkotîk ku ji bo ji welat derbixînin hatibûn amadekirin, desteser kirin.

15 ton narkotîk li Lubnanê hatin desteserkirin
4 hezîran, 2018   08:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Karîgeriya Agahiyan li ser rûpela xwe ya Tiwetterê ragihand ku beriya du rojan wê di çalakiyeke xwe ya taybet de li El-Ewzahî bi ser embarekê de çû û têde 15 ton ji madeyên heşîş û narkotîkê de ku ji bo derxistina ji welat hatibûn amadekirin desteser kirin.

Li gorî hin çavkaniyên Lubnanê buhaya van madeyên hatine desteserkirin bi qasî 75 milyon dolar in.

Karîgeriya Agahiyan destnîşan kir ku wan hemû kesên têkldarî van madeyan ragirtine û niha lêpirsîna wan dikin.

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn di nivîseke xwe de diyar kir ku karîgeriya Agahiyan karibû kesên ragirtine nas bike û ew kesên biyanî ne û girêdayî rêxistinên sûcdar ên navnetewî ne û miqdarên mezin ji madeya kokayînê ji Lubnanê derdixînin.

Li gorî nivîsê endamên vê toreyê Îtalî, Berazîlî, Arjentînî, Almanî ne û girêdayî hin bazirganên Lubnanî ne û diyar kir ku kesê Îtalî û du bazirganên Lubnanî hatine girtin û lêpirsîna wan berdewam dike da ku kesên din jî bigirin.