Di rojnameyên ereban de ev rojev derketin pêş

Di rûpelên îro yên rojnameyên ereban de bal hate kişandin ser hemleya QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê yên li ser sînorê Sûriyê û Îraqê, dosya başûrê Sûriyê û lihevkirina di navbera dewletên mezin de, her wiha nerazîbûna partî û komên kurdî derbarê destwerdana Artêşa Tirk di xaka Îraqê de, kêşeya avê ya di navbera Îraq û Tirkiyê û aloziya Urdinê.

Di rojnameyên ereban de ev rojev derketin pêş
4 hezîran, 2018   08:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban derbarê rewşa Sûriyê îro hemleya QSD'ê ya li dijî DAIŞ û dosya başûrê Sûriyê girtin dest. Di heman dmeê de aloziya li Urdinê, destwerdana Tirkiyê di xaka Îraqê de û qutkirina avê li ser Îraqê, her wiha avakirina hikûmeta Lubanê, dosya Yemenbê û herwekî din hatin rojevkirin.

Sûriyê

Rojnameya El-Heyat derbarê hemleya QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê sernavê "QSD'ê li sersînorê Îraqê DAIŞ xistiye çemberê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên QSD'ê ragîhand ku hêzên wan DAIŞ li herêmeke biçûk a li ber sînorê Sûriyê-Îraqê xistine çemberê û wiha dom kir: "Di heman demê de wêne  duh wêne hatin weşandin, perwedeya leşkerî ya endamên QSD'ê di bin fermandariya Koalîsyona Navdewletî ya DYA serkêşiya wê dike nîşan dike."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku hêzên QSD'ê 21 kîlometir ji sînorê Sûriyê û Îraqê ji parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê bidest xistiye û wiha dom kir: "Fermandarê Melcîsa Leşkerî ya Dêrazorê Xelîl Wehiş El-Nimir da zanîn ku hêzên QSD'ê bi awayekî kordînekirî bi hêzên Îraqê re pêşket û gundê Baxoz Tehtanî ji çeteyan rizgar kir. El-Nimir, da zanîn ku DAIŞ êdî di herêma 30 kîlometre de di navber abajaroka Hecîn û bajaroka El-Sûsa, gundê Baxoz Foqanî û El-Bûhesen de ketiye çemberê."

Başûrê Sûriyê

Rojnameya El-Qudis El-Erbî derbarê rewşa Başûrê Sûriyê de sernavê "Başûrê Sûriyê di nava tevlîheviyê û daxuyaniyên dijber ên Esed û Mosko yên derbarê hebûna Îranê de" avêt. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê "Civîna sê alî ya Urdin, Amarîk û Rûsiya itîfaqa Urdinê tekez diyar dike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku civîna sê alî ku tê payîn hefteya pêş li ser asta wezîrên karê derve derbarê aloziya Sûriyê di navbera Rûsiya, Amarîka û Urdin de were lidarxistin, di rewşeke ne diyar a derbarê herêma Başûr de pêk tê. Agahiyên berûvajî hev derdikevin dibêjin ku di rojên dawî de itîfaqek derketiye dibêje ku dê rê were dayîn ku Artêşa Sûriyê herêmên başûr careke din bixe dest û wiha dom kir: "Ev yek dê beranberî ku hêzên Îranê û çekdarên biser wan ve û bi taybet Huzib El-Ah li herêmê bi cih nebin."

Rojnameyê got ku Çavdêr dinirxînin ku başûrê Sûriyê  yek ji kilîtên çareseriya aloziya Sûriyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "cihê başûr ku sînorê Urdin û Îsraîlê digre nava xwe pir girînge û stratejîk e. Lewma dibe cihê hêviyên Îranê ku li wir hebûna xwe fireh bike. Çavdêr dinirxîn in ku çareseriya aloziya başûr dibe ku bibe riya çareserkirina aloziya tevahî Sûriyê."

Îran bitirs e

Rojnameyên ereban rewşa hebûna Îranê ya li Sûriyê jî şopandin. Rojnameya El-Heyat debarê mijarê de sernavê "Îran hêzên teqwiye li colistana Sûriyê bi cih dike da ku riya Tehran-Beyrûtê bi ewle bike" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Tehran ji niyeta Pûtîn û Esed bi tirs e" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku rêjîma Îranê ji niyeta Serokên Sûriyê û yê Rûsiya bi tirs e û wiha dom kir: "Saziyên ragîhandinê yên Îranê Rûsiya ji ber helwesta wê ya derbarê mijara hebûna Îranê ya li Sûriyê rexne dike."

Tirkiyê û aloziya avê bi Îraqê re

Rojnameya El-Heyat  li ser aloziya Îraq û Tirkiyê ya avê sernavê "Îraq Tirkiyê tewanbar dike ku itîfaqa avê ya Dicle binpê dike" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Aloziya avê li Îraqê ji ber bendava Ilisu kûrtir dibe" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezîrê berhemên avê yê Îraqê Hesen El-Cenabî, diyar kir ku piştî Tirkiyê dest bi bikaranîna bendava Ilisu ya li ser Çemê Dicle li Tirkiyê aloziya avê ya Îraqê kûrtir bû.

Partiyên Kurdî yên Îraqê Tirkiyê hişyar kir

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Îraqê sernavê "Di aliyê stratejîk de vexwendinên xwarinê di vekirina şêfreya hikûmeta Îraqê ya nû de, têk çû"  heman rojnameyê derbarê rewşa Îraqê de sernavê "Partiyên Kurdî Îraq û Hewlêrê bi bêdengiya derbarê destwerdana Tirkiyê de tewanbar kir" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de de got ku hin hêzên kurdî metirsîna ji dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Îraqê re anîn ziman û wiha dom kir: "Dewleta Tirk li herêma Kurdistanê di xaka Îraqê de pêş ve diçe. Hin hêzên kurdî hikûmetên Hewlêr û Bexda, her wiha civaka navdewletî bi bê dengiyê tewanbar kir."

Yemen

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Yemenê sernavê "Husî gefa ku dê erka Griffith têk bibe, da" avêt. Rojnameya El-Erebî jî derbarê mijarê sernavê " Griffith li Sena ye…Derfeta dawî beriya diyarkirina rewşa El-Hedîda" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku nûnerê NY yê Yemenê Martin Griffith bi armanca nerînên xwe derbarê dosya Yemenê temam bike, serdana Yemenê kiriye, da ku soza xwe ya ji Konseya Ewlekariyê da pêk bîne.

Çalakiyên Urdinê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Urdinê jî sernavê "Urdin bi awayekî fermî da ku aloziyê çareser bike, seferber bûye" avêt. Rojnameya El-QUdis El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Çerçeva parastinê ji ser Milqî hate rakirin… Di qesra Qiraltiyê de tevger heye. Her wiha şeva çara û çalakî li bajarên mezin ên Urdinê didom in" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di malperên civakî de îşaret li ser Fermadnarê rêza 1 zêde bû û wiha dom kir: "Di meydana çalakiyên ne razîbûna li Urdinê de tevgera di qesra qiraltiyê de diyar dibe.Tê payîn ku ev tevger Serokwezîrê Urdinê Dr Hacî El-Mulqî ji kar bavêje."

Lubanê

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Lubanê de sernavê "Herîrî lezê dide xwe da ku hikûmetê saz bike: tê xwestin ku ekîba sererastkirinê ya wêrek hebe" Rojnameyê got ku Piştî vegera Seed El-Herîrî ku ji bo sazkirina hikûmeta nû hatiye erkdarkirin ya ji serdana Erebistana Siûdiyê tê payîn ku lezê bide tevgera xwe û wiha dom kir: "Tê payîn ku tevgera siyasî ya hemû aliyan a ji bo avakirina hikûmtê zêde dibe. Hate xwestin ku lez were kirin ku hikûmet bi awayekî hevkarî were avakirin, her wiha ekîbek hikûmî ku karibe berpirsyariyan rake, were erkdarkirin."

(dc)