Artêşa Lîbiyayê derbasî mezintirîn taxên Derne bû

Artêşa Lîbiyayê pêşveçûna li bajarê Derne berdewam dike û derbasî mezintirîn taxên bajêr bû. Berdevkê Artêşê got ku rêxistina El-Qaîdê koalîsyoneke di navbera DAIŞ'ê û Îxwanan de ye û li dijî artêşa Lîbiyayê tevdigere.

Artêşa Lîbiyayê derbasî mezintirîn taxên Derne bû
4 hezîran, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Lîbiyayê serdar Ehmed El-Mismarî ji toreya Sky News re axivî û got ku artêşa Lîbiyayê pêşveçûna xwe bi rêk û pêk di bajarê Derne de berdewam dike û niha derbasî mezintirîn taxên bajêr bûye.

Her wiha diyar kir ku artêşa Lîbiyayê rêxistina El-Qaîdê û bermahiyên DAIŞ'ê di bajarê Derne de bi hevkariya welatiyan dorpêç kiriye.

El-Mismarî got ku parastina welatiyên sivîl û milkên giştî mijara wan a sereke ye û ji ber vê yekê tunekirina terorê dereng maye û got ku artêş êrîşên xwe lawaz dike da ku rê li pêşiya welatiyan ve bike û ji deverên pevçûnan xwe bidin alî.