Rûnê sax xwarineke kevin a koçeran e!

Rûnê sax yek ji xwarinên kevin ên gelerî li ba civaka koçeran e û sedema tenduristî û hêza laşê wan e. Rûnê sax ji şîrê pez tê çêkirin û heta roja me ya îro berdewam tê çêkirin.

Rûnê sax xwarineke kevin a koçeran e!
Rûnê sax xwarineke kevin a koçeran e!
Rûnê sax xwarineke kevin a koçeran e!
4 hezîran, 2018   08:10

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Rûnê sax xwarineke gelerî ya Rojhilata Navîn û bi taybet a civakên koçeran e û sedema tenduristî û hêza laşê wan e. Rûnê sax di gelek xwarinên din de jî tê bikaranîn û bi taybet şîraniyan.

Rêbaza çêkirina rûnê sax

Di destpêkê de nivîşk ji şîr bi riya keyandin tê derxistin. Di serdemên kevin de bi meşkê (çermê pez) dihat keyandin û niha alavên keyandinê yên bi kehrebeyê derketine.

Piştî ku nivîşk tê derxistin xwê lê tê zêdekirin da ku rûnê sax bi ser bikeve û madeyên din jî dadikevin jêra lûlikê. Piştre rûn di lûlikeke din de tê rakirin û di serdemên kevin de rûnê sax di kûzên sêramîk de dihat rakirin û parastin.

Di derbarê çêkirina meşkê de, ew ji çermê beranan tê çêkirin ango bi pisportî tê gorandin û piştre hêriya çerm jê tê jêkirin û paqijkirin û piştre nêzî 15 rojan dixin ava xwê. Piştî ku çerm di nava ava xwê de tê meyandin, dest û piyên wê tên dirûtin û gelek caran dimsê hinaran dixin meşkê da ku tama xwê jê biçe.

Di çêkirina rûnê sax de jin pispor in. Girêdayî vê mijarê bêrîvana bi navê Necme El-Nasir a ji gundewarê navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku rûnê sax di jiyana wan de madeyeke sereke ye û wiha anî ziman: "Çêkirina rûnê sax ji serdemên kevin ve ye û tenduristiya mirovan diparêze."

ANHA