Êzidiyên Efrînê: Kuştin û diziyê dikin û me wekî gawiran pênase dikin!

Êzidiyên Efrînê yên li kampa Serdemê gotin, "Em dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin. Ji ber ku diz in, mal û milkên me talan dikin, jin û zilamên me direvînin, mezarên me yên pîroz dirûxînin û me bi gaweran wesif dikin."

Êzidiyên Efrînê: Kuştin û diziyê dikin û me wekî gawiran pênase dikin!
4 hezîran, 2018   07:54

HENAN MIHEMED / ŞEHBA

Hejmarek êzidiyên Efrînê yên li kampa Serdemê nerazîbûnên xwe nîşanî binpêkirinên ku li Efrînê ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve têne kirin, dan.

Ebdo Xalo ji gundê Kefer Zeyt derbarê mijarê de got, "Em ji Efrîn derketin da ku ol û rûmeta xwe ji hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê biparêzin. Ji ber mezarên me yên pîroz xirab dikin, bi navê Islamê malkên me talan dikin, pêkanînên wan di tu baweriyan de nayê qebûlkirin."

Ebdo, her wiha anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk welatiyên li Efrînê yên nedikarîn ji Efrînê derkevin neçar dikin ku dev ji baweriya xwe berdin û bibin misilman, destmalan li ser jinan feriz dikin û her kesî neçar dikin ku rojî bigirin û nimêjê bikin. Ebdo Xalo got, kes van qanûnan pêk neyne pereyan ji wan dixwaze, armanca wan qirkirina baweriyan e.

Welatiya bi navê Qudret Betal êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê bi bîr xist û ev wiha got, "Ne beşer û ne jî kevin ji hovîtiya wan filitîn, em neçar man ji Efrînê derkevin ji bo çeteyên Tirkiyê mîna kiryarên li Şengalê li dijî me dûbare nekin, pîrozgehên me xirab dikin û me bi gaweran wesif dikin."

Kamîran Xalo ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin û wiha domand, "Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, li pêşberî civaka navdewletî bi çekên qedexekirî em bomebebaran kirin. Di rojên munasebet û şahiyan de em diçûn mezaran, mezaran li gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê û yên li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera. Lê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ew dever xirab kirin."

Kamîran Xalo, bang li civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî kir ku girantiya vegera welatiyên Efrînê bide.

(bb)

ANHA