Encamnameya duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suryanî

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Suryanî encamnameya duyemîn kongreya xwe eşkere kir. Kongre di 1 û 2'yê Hizêranê de li salona El-Rewabî ya bajarê Qamişlo di bin durişmeya "berdewamkirina têkoşînê ji bo mafên gelê Suryanî û hemû pêkhateyên Sûriyê " de hate lidarxistin.

Encamnameya duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suryanî
3 hezîran, 2018   11:06

Di encamnameyê de wiha hate gotin:

"Li rex van şert û mercên girîng û girêkok de ku Sûriye têre derbas dibe û di nava atmosfêreke îradeya xurt û zelalbûnê û rihê têkoşer a endamên Partiya Yekîtiya Suryanî duyemîn Kongreya xwe li bajarê Qamişlo li dar xist. Di Kongre de nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê, sazî û kombûnên siyasî, sivîl û civakî beşdar bûn. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre serokê Partiya Yekîtiya Suryanî û gelek beşdarên konferansê axivîn. Paşê dîwana Kongre hate hilbijartin û beşdaran raporên siyasî û rêxistinî û xebatên partiyê yên di hemû aliyan de gotûbêj kirin. Di Kongre de her wiha siyaseta partiyê ûnêrîna wê ji rewşa heyî û paşerojê hate gotûbêjkirin.

Di aliyê giştî Sûriyeyê de hate gotin ku pêwîst e çareseriya siyasî were çespandin û pêwîstî bi beşdarkirina hemû aliyên Sûriyeyê di danûstandinên guhertina demokratîk de hate dîtin. Da ku mafên hemû pêkhateyan bêne parastin. Beşdarên Kongre diyar kirin ku ne pêkan e demokrasî pêk were bêy ku mafên gelê Suryanî yên siyasî, çandî, civakî û olî bêne naskirin. Her wiha diyar kirin ku divê şerê li dijî komên terorîst were domandin û rê li pêşiya belavbûna fikra terorîst û radîkal were girtin.

Di aliyê girêdayî gelê Suryanî, Asûrî û Kildanî de beşdarên Kongre piştrast kirin ku divê yekîtiya di navbera hemû nûnerê gel de pêk were  û xebatên hevbeş bêne destpêkirin da ku armancên hêvî dar di vê qonaxa çarenûsî de pêk werin. Bi taybet ji ber koçberiyê ziyaneke demorafîk bi gelê me dike. Her wiha ji me tê xwestin ku zemîneke aramî, ewlehî û siyasî pêk bînin da ku lehiya koçberiyê were rawestandin û ji bo vegera koçberan xebat bêne meşandin.

Di aliyê rêxistinî de beşdarên Kongre guhertinên pilansaziya siyasî û rêziknameyê gotûbêj kirin û daxistin dengdayînê. Di Kongre de her wiha gelek biryarên girîng hatin standin da ku di riya têkoşîna partiyê de bibin alîkar. Di nava pilansaziya Kongre de endamên Meclîsa Partiya ku ji 21 endaman pêk tê hate hilbijartin û hevserokên partiyê jî hatin hilbijartin. Di dawiya Kongre de hemû beşdaran diyar kirin ku dê xebatên xwe bi awayekî fedekar bidin meşandin da ku armanc û mafên gelê pêkê bînin û li hemberî fedekariya şehîdan wefadar bin."

(jh)    

ANHA