Li Kerkûkê teqîn: du kuştî 4 birîndar

Di du teqînên cûda yên li Kerkûkê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê teqîn: du kuştî 4 birîndar
3 hezîran, 2018   11:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kerkûkê di navbera çend saetan de  û li du nûqteyên cûda du teqîn rû dan. Di encama herdu teqînan de 2 polîsan jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.

Nêzî gundê El-Nesîf ku dikeve başûrrojavayê Kerkûkê û 35 kîlometre jê dûre, dema wesayîta polîsan derbasbû, teqîn rû da. Di encama teqînê de 2 polîs jiyana xwe ji dest dan.

Hate zanîn ku cenazeyê herdu polîsên jiyana xwe ji dest dane rakirine Nexweşxaneya Tiba Edlî ya Kerkûkê. 

Her wiha li navçeya Dubiz a Kerkûkê jî nêzî Navenda Qereqola Polîsan a Marî di wesayîteke tîpa Pîkap de teqînek pêk hat. Di vê teqînê de jî 4 kes birîndar bû.

Hate gotin ku hêzên ewlekariyê têkildarî bûyerê lêkolîn dane dest pê kirin.

Sedema herdu teqînan heya niha ne hatiye zanîn û kes jî berpirsyariya van êrîşan ne girtiye ser xwe.