Nasnameya şervanekî YPG`ê bi merasîmekê hate raghandin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê bi merasîmekê nasnameya şervanê YPG`ê Şêrezad Mewo (Bendawer Bêkes) yê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bû raghan.

Nasnameya şervanekî YPG`ê bi merasîmekê hate raghandin
Nasnameya şervanekî YPG`ê bi merasîmekê hate raghandin
Nasnameya şervanekî YPG`ê bi merasîmekê hate raghandin
Nasnameya şervanekî YPG`ê bi merasîmekê hate raghandin
Nasnameya şervanekî YPG`ê bi merasîmekê hate raghandin
Nasnameya şervanekî YPG`ê bi merasîmekê hate raghandin
3 hezîran, 2018   11:04

HESEKÊ

Şervanê YPJ/YPG`ê, endamên saziyên sivîl, Meclîsa Malbatan Şehîdan û bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê tevlî merasîma ku li gundê Yarimcî yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê hate lidarxistin, bûn.

Merasîm bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fehed El-Şikur, bi navê Meclîsa navçeya Dirbêsiyê Abdullah Şêxka, bi navê YPJ/YPG`ê Agirî Şînda û bi navê Kongreya Star Yisra Ferhan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malabata şehîd Bendawer Bêkês re hate xwestin. Her wiha hate tekezkirin ku şehîd ji bo azadî, jiyana hevbeş û biratiya gelê herêmê canê xwe feda dikin. Di dawiyê de soza şopandina riya şehîdan û parastina nirx û deskeftiyên ku bi saya wan hatine bidest xistin hate dayîn.

Ji aliyê xwe ve apê şehîd Silêman Mewo axivî û sersaxî ji hemû gelê Kurd û Bakurê Sûriyê re xwest. Silêman di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi saya tekoşîn û berxwedan şehîdan herêm ji çeteyan hate rizgarkirin. Silêman di dawiyê de soza berdewamiya riya şehîdan nû kir.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

(bx)

ANHA