ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.06.2018
3 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Tevgera Civaka Demokratîk bi armacna nîqaşkirina pirsgirêkên civakî û çareserkirina wan, bi rûspiyên Kobanê re dicive. Civîn li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê tê lidarxistin. Saet 16:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ragihandina Pêngava Rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji bo welatiyan mizgîniya xêrê bû. Lê welatiyan ji tirsa çeteyan nedikarin hestên di hundirê xwe de bi lêv bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên Ereb ên Til Hemîsê êrîşa çeteyên dewlet Tirk a li dijî welatiyên ji Êla Bobena li Efrînê şermezar kirin û gotin ku Erdogan dixwaze şerekî navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî di meha Gulanê li Efrînê zêdeyî 3 hezar û 295 sivîl revendina û 30 jin di nav de yên ducanî jî hebû, hatin revandin û tecawî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Rewşenbîr û siyasetmedarên navçeya Tirbespiyê anîn ziman ku AKP‘ê yê hewl dide bi riya tecrîda li ser Ocalan gelan ji fikire demokratîk dûr bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Welatiyê bi navê Îsa Hac Mihemed piştî ku alîkarî ji Komîteya Aborî wergirt werşeyeke dirûtinê li navçeya Til Rifet vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya Saziya Înşat a girêdayî MSD‘ê xebatên sererstkirina navenda çandê ya li taxa Sanî didomîne, navendê dê vê mehê were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbata welatiyê bi navê Nehîr Hena piştî komkujiya Sêfo ya ku Osmaniyan derheqê Ermen û Suryan de pêk anîn hatin Qamişlo. Malbatê li hemberî pergalên nejtperest pîşeya çêkirina sembolên olî yên hemû baweriyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Rêjîma Sûriyê amadekariyên operasyonên leşkerî li hemberî komên çekdar li başûrê dike. Lê ji ber ku herêm li ser sînorê Israîl ne, pêkanîna operasyonê li benda lihevkirinên hêzên mezin e. Li aliyekî din Erdogan ditirse ku di hilbijartinan de biser nekeve, li ser vê yekê dest bi teoreya komployan dike. (BI WÊNE)

DOSYA

Bajarê Minbicê piştî ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin, ji bajarekî ku tarîtî, mirin û bê rih jiyan dikir veguherî bajarekî pêşketî û aram û bandora xwe li giştî herêmê kir û hişt bi hezaran koçberên ji seranserî Sûriyeyê berê xwe bidin vî bajarî. Lê dîsa jî dijminan aramiya bajêr armanc digirin û siyasetên cûda li dijî wê didin meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA