Minbic.. piştî rizgarkirinê pêşketineke mezin jiyan dike – 5

Bajarê Minbicê piştî ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin, ji bajarekî ku tarîtî, mirin û bê rih jiyan dikir veguherî bajarekî pêşketî û aram û bandora xwe li giştî herêmê kir û hişt bi hezaran koçberên ji seranserî Sûriyeyê berê xwe bidin vî bajarî. Lê dîsa jî dijminan aramiya bajêr armanc digirin û siyasetên cûda li dijî wê didin meşandin.

Minbic.. piştî rizgarkirinê pêşketineke mezin jiyan dike – 5
3 hezîran, 2018   04:15

EKREM BEREKAT – CUMA MIHEMED / MINBIC

Di 12'ê Tebaxa 2016'an de bajarê Minbicê hate rizgarkirin û mizgîniya serkeftinê li ser destên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derket ku serdema reş a DAIŞ'ê bi dawî bû û dest bi qonaxeke nû hate kirin û dê şêweya xwe li ser rûyê welatiyên bajêr nexşe bike.

Minbic ku di bin dagirkeriya çeteyên ji seranserî cîhanê de bûn, rastî hilweşandin, kuştin û talanê hat. Niha ji nû ve hinaseya azadiyê werdigire û bi saya welatiyên xwe careke din li ser piyên xwe disekine.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku beriya çend hefteyan ji destpêkirina hemleyê di 5'ê nîsana 2016'an de hatibû damezrandin, piştî ku bajar rizgar kir dest bi hemleya paqijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan kir.

Avakirina meclîs û komînan gava yekemîn bû

Di aliyê birêxistinkirina welatiyên bajarê Minbicê û gundewarê wê de, avakirina meclîs û komînan gava yekemîn a Meclîsa Sivîl a Minbicê bû û piştî rizgarkirina bajêr tavilê dest bi civînên xwe yên bi welatiyan re kir û girîngiya avakirina meclîsên herêmî û komînan şîrove kirin.

Di nava komîn û meclîsan de komîteyên cûda yên weke Komîteya Tenduristî, Komîteya Xizmetguzariyê, Komîteya Aborî, Komîteya Lihevanînê, Komîteya Perwerdehiyê û Komîteya Parastin.. hene û pêdiviyên welatgiyan peyda dikin.

Piştî çend mehan ji kar û xebatan Meclîsa Sivîl a Minbicê karibû bi sedan komîn û meclîsên tax û gundan ava bike û evan komîn û meclîs jî tavilê dest bi xebatên xwe yên peydakirina pêdiviyên jiyanî yên welatiyan kirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û avakirina herdu meclîsên Zagonsaz û Rêveber hatin ragihandin

Meclîsa Sivîl a Minbicê piştî nêzî 8 mehan karibû zemîna ragihandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ava bike û Meclîsa Zagonsaz ji bo birêvebirina bajêr ava bike.

Bi armanca birêxistinkirina kar û xebatên xizmetguzarî û rêveberî di bajêr de û beşdarkirina nûnerên hemû pêkhateyên Minbicê di vê rêveberiyê de, Meclîsê di 28'ê Çileya 2017'an de berfirehkirina Meclîsê ku ji 43 endaman pêk dihat bike 132 endaman da ku hemû pêkhateyên herêmê karibin cihê xwe di meclîsê de bigirin.

Di 28'ê Sibata 2017'an de ango piştî mehekê Meclîsa Sivîl a Minbicê hate guhertin û bû Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê û Zeyneb Qember û Îbrahîm El-Qeftan weke hevserokên Meclîsa Rêveberiyê hatin hilbijartin.

Meclîsa Zagonsaz ji bo avakirina komîteyên meclîsa rêveber hate erkdarkirin û meclîs ku ji 13 komîteyên Karûbarên Derve, Karûbarên Hundirîn, Tenduristî, Parastin, Jin, Çand, Şaredarî, Karûbarên Civakî, Darayî, Aborî, Ciwan û Werzîş, Perwerdehî û komîteya Malbatên Şehîdan pêk dihat.

Rewşa bajêr baştir dibe

Piştî ku meclîs û komîn hatin avakirin û bermahiyên şer û çeteyan hatin paqijikirin, bajarê Minbicê derbasî qonaxeke nû bû û jiyana di bajêr de ji nû ve hate vejandin.

Li rex aloziya ku li gelek bajarên Sûriyeyê tê jiyankirin, bajarê Minbicê di aliyê binesazî, aborî û xizmetguzariyê de ji nû ve tê avakirin û fektora vê ya sereke ewlehiya li herêmê ye ku ji aliyê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye peydakirin.

Di bajêr de piraniya saziyên xizmetguzarî, perwerdehî, aborî û ewlehî hatin avakirin û niha jiyana di bajêr de birêxistin dikin.

Minbic êdî xala girêdana di navbera bakurê Sûriyeyê de ye, nemaze veguherî navendeke bazirganiyê li Bakurê Sûriyeyê vê yekê jî hişt ku hejmara niştecihên wê zêde bibin.

Li bajarê Minbicê tevgereke bazirganî ya mezin heye. Rêveberiya Sivîl jî hewl dide sîstema koperatîfan li herêmê pêk bîne û gelek proje li herêmê vekirin.

Aliyê perwerdehiyê û xizmetguzariyê berve pêş e

Piştî rizgarkirina bajêr Meclîsa Sivîl tavilê dest bi vekirina dibistanan kir û bi sedan mamoste ji bo perwerdekirina zarokan amade kirin, nemaze ji ber ku zarokên herêmê bêtirî 3 salan ji perwerdehiyê bê par mabûn.

Di sala 2017'an de 340 dibistan ji giştî 400 dibistan hatin vekirin û di van dibistanan de bêtirî 120 hezar xwendekar hatin bicihkirin.

Li bajarê Minbicê her wiha akademiyên pêşxistina hişmendiya fikrî yên weke akademiya ciwanan a bi navê "Akademiya Şehîd Hozan Can" û "Akademiya Îsmaîl Ebû Hesen" hatin vekirin û van akademiyan jî bi sedan endamên saziyên herêmê perwerde kirin.

Rola saziyên xizmetguzariyê yên piştî rizgarkirina bajêr hatine aktîfkirin di vejandina jiyana bajêr de gelekî mezin bû. Van sasiyan rê û binesaziya bajêr sererast kirin.

Rêveberiyê her wiha rewşa rêxistinî li Minbicê û gundewarê wê gelekî pêş xist û piştgiriya avakirina Yekîtiyan yên weke Yekîtiya Hunermend û Rewşenbîran kir.

Parastin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parastina sînorên bajêr ji êrîşên dijber girt ser milên xwe û li hemberî gelek êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li ber xwe da. Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî ku piştî rizgarkirina bajêr hatibû damezrandin xebatên xwe yên parastina ewlehiya welatiyên sivîl li bajarê û gundên wê didomîne.

Hejmareke mezin ji ciwan û jinên ciwan beşdarî nava hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn û ji bo perwerdekirina van ciwanan gelek akademî hatin vekirin. Yek ji van akademiya Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla bû.

Koçber hembêz kirin

Ji ber peydakirina zemîn û stûnên jiyanê di bajarê Minbicê û gundewarê wê de, nemaze di aliyê aştî û ewlehiyê de, bajarê Minbicê ku di serdema DAIŞ'ê de weke zîndanekê bû veguherî meqseda koçberan ji seranserî Sûriyeyê.

Hejmara koçberên ku li Minbicê hatine bicihkirin bêtirî 100 hezar koçber in. Rêveberiya Minbicê jî hemû pêdiviyên van koçberan tevî hemû kêmderfetan peyda kirin û du kamp li herêmê ava kirin.

Mînaka jiyana hevbeş di Sûriya paşerojê de ye

Bajarê Minbicê ku di dîroka xwe de bi rengîniya mozayîka xwe ya çandî û etnîkî navdar e piştî ku ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin niha veguherî navenda jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de  û hemû cihê xwe di Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de digirin. Nemaze piştî ku şerê nijadperestiyê di van salên borî de li herêmê serwer bû û niha veguherî Mînaka jiyana hevbeş a paşeroja Sûriyeyê.

DAWÎ

(jh)

ANHA