Operasyonên başûr li benda lihevkirinan e

Rêjîma Sûriyê amadekariyên operasyonên leşkerî li hemberî komên çekdar li başûrê dike. Lê ji ber ku herêm li ser sînorê Israîl ne, pêkanîna operasyonê li benda lihevkirinên hêzên mezin e. Li aliyekî din Erdogan ditirse ku di hilbijartinan de biser nekeve, li ser vê yekê dest bi teoreya komployan dike.

Operasyonên başûr li benda lihevkirinan e
3 hezîran, 2018   05:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di hefteya derbasbûyî de, mijarên wekî dagirkeriya Tirkiyê ji bakurê Sûriyê, rewşa başûrê Sûriyê, her wiha hilbijartinê Iraqê û Lubnanê, amadekariyên hilbijartinê pêşwext li Tirkiyê, her wiha aloziya Yemen û Filistînê girtin dest.

Çalakiyên li dijî Tirkiyê berfireh dibe û şerê li başûr li benda mûzakeriyan e

Rojnameyên ereban derbarê çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk ji Efrînê re girtin dest. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Çalakiyên kurdan li dijî dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re, zêde bûne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de bal kişand ser meşên li dijî dagirkeriya Tirk ji Kurdistanê re hatin lidarxistin û ev tişt anî ziman: " Meşên li dijî dagirkeriya Tirk ji Efrînê re zêde bûn. heta gihişt gelek welatên Ewropa.

Wekî Xûta û Qelemûn.. Başûrê Sûriyê jî li ber şer a teslîmbûyînê ye

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Rêjîma Sûriyê ala êrîşa li ser başûr liba dike… Opozisyonê bi Artêşa rizgariyê, bersiv da" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Dera: Kombûna siyasî û leşkerî…. Saeta sifir li ber encamên danûstendinên başûr e" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de li ser zimanê çavkaniyên meydanî got ku hêzên girdayî Artêşa Sûriyê berê xwe didin eniya başûr a Sûriyê û wiha dom kir: "Li bendê ne ku parêzgeha Dera bibe meydana şer. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên firqeya 7, 9 û yekan hêza xwe li dera çêkir. Ji bilî van jî yekîneyênhêzên Nimir, Parêzvanên Cemhûriyet û firqeya 4'an jî gihan cihên meydanî yên li Derayê. Ev li gorî pîlana şer a li herêmên Derayê pêk tê. Hêzên rêjîmê li gundên Dera û Siwêda hatin bi cihkirin. Xwe amadekirine ku êrîşî Derayê bikin."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Amarîka-Rûsya di agirbesta li başûrê Sûriyê de lihev kirine, Îsraîl jî hebûna Îranê bi tu awayî li Sûriyê qebûl nake" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh hewldanên dîplomasî yên qedexekirina tundiya leşkerî ya li Başûrê Sûriyê têne kirin û wiha hate domandin: "Îsraîl hewl da ku armancên xwe yên li dijî Îranê pêk bîne. Amarîka û Rûsiya ji bo pêkanîna agirbesta başûrê Sûriyê û derketina hêzên Îranê lihev kirine.

Rojnameyê her wiha got ku lihevkirineke çar alî di navbera Mosko, Waşinton, Til Evîv û Umanê de diyar dibe, naveroka wê ya sereke jî vekişandina hêzên Îranê ji başûrê Sûriyeyê ye. Urdunê jî ragihand ku dê geşedanên li başûrê Sûriyeyê bi Emerîka û Rûsyayê re gotûbêj bike û hersê aliyan li hevkirine ku ev herêma "kêmpevçûn" ku di sala borî de hatiye nîşandan, were parastin."

Leşkerên Rûs ketin xefka DAIŞ

Rojnameyan her wiha bal kişand ser hedefgirrina leşkerê Rûs li Sûriyê ji aliyê DAIŞ‘ê ve. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "DAIŞ li Sûriyê nêçîra leşkerên Rûsiya dike". Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li ser noqteyên rêjima Sûriyê û hevkarên wê zêde kirine û wiha dom kir: "Êrîş li colistana Sûriyê pêk tê. Ev piştî derxistina endamên wan ji taxên başûrê Şamê pêk hat. Navneda Çavdêriya Mafê Mirovan destnîşan kir ku ji roja sêşemê ve 76 leşkerên Sûriyê û hevkarên wan ji çekdarên Îranê û Rûsiya hatin kuştin. Êrîşa herî dijwar li parêzgeha Dêrazorê pêk hat û di encamê de 35 leşker ji wan 9 Rûsî ne hatin kuştin."

Tirkiye dagirkeriya xwe li Idlibê temam dike û rêjîm jî çalakiya xwe ya leşkerî li gundewarê Helebê temam dike

Girêdayî rewşa li parêzgeha Idlibê ya di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de ye, rojnameya El-Heyat gorareke xwe wiha bi nav kir: "rewşa ewlehî li Idlibê xirabtir bûye û rêjîmê belavokên 'teslîmkariyê' weşandin." Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Enqereyê Idlib dorpêç kiriye.. çavên Dîmeşqê jî li rojavayê Helebê ne." Rojnameyê diyar kir ku rêjîma Sûriyeyê hewl dide xetên parastinê yên eniyên rojavayê bajarê Helebê bişkîne. Artêşa Tirk jî 12 xalên çavdêriyê li derdora Idlibê bi dawî kirin.

Rojnameya Şeq El-Ewsat got ku artêşa rêjîma Sûriyeyê alîkariyeke leşkerî ji Dîmeşqê ber bi Helebê ve dişîne.

Amarîka itîfaqa bi Tirkiyê re derewand

Mijareke din ku Rojnameyên ereban ên hefteya derbasbûyî de cih girt daxuyaniyên Amarîka yên derbarê îtîfaqa bi Tirkiyê re ku li ser Minbicê pêk hatin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Nexşerê ya Minbicê li benda qebûlkirina Pompeo û Çawiş Oglo ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawiş Oglo ragîhand ku wan bi Amarîka re li ser nexşeriyek derbarê Minbicê lihev kirine û wiha dom kir: "Oglo da zanîn ku heger bi Amarîka re lihev kirin, dê di dawiya havînê de Tirkiyê û Amarîka rêveberiyeke herêmî li Minbicê ava bikin."

Pintagon Esed hişyar kir

Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Dijberiya kurdan Esed dixe tengaviya Amarîka " avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Eset jî derbarê mijarê sernavê "Pentagon Esed hişyar dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokê Rêjîma Sûriyê destnîşan ku dê I dijî şervanên kurd û ereb ên piştgiriyê ji Amarîka digirin qewetê bikar bînin, rojnameyê nivîsa xwe wiha dom kir: " Amarîka jî hişyarî da Esed. Ji Desteya Erka ya Amarîka Genaral Kenneth McKenzie got ku divê hemû alî fam bikin ku êrîşa li ser hêzên Amarîkî û hevkarên wan dê siyasetek pir xirab e."

Amarîka xetên sor tîne bîra rêjîma Sûriyê

Li ser mijara gefên rêjîma Sûriyê ya derbarê êrîşa li ser hêzên QSD'ê rojnameya El-Heyat sernavê " Washington Dîmeşq derbarê vekirina şerê rojhilat hişyar kir, rêjîm divê li ser daxwaza Rûsiya çekdarên Îranê bê bandor bike" avêt.  Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Pentagon Esed ji êrîşa li ser hevkarên xwe û Washington hişyar kir" avêt.

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê " Washington careke din xetên xwe yên sor li Sûriyê tîne bîra Esed"avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Amarîka careke din xetên xwe yên sor li Sûriyê xêz dike û wiha dom kir: " Washington rêjîma Sûriyê ji êrîşa li ser hêzên QSD'ê ku piştgiriya wan dike, hişyar kir. Hişyarî piştî çend saetan ji daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina televiyzonekê de, tê de got ku ew ê bakur-rojhilatê Sûriyê careke din bi awayekî aştiyane yan bi şer vegerîne. Ev daxuyaniya Esed wekî derketina beranberî Amarîka û hebûna wê ya li Sûriyê bû. Generalê Amarîkî Kenneth McKenzie ji desteya Erkan a Amarîka ji rojnamavanan re axivî û got ku divê çi aliyê di Sûriyê de destwerdan kiriye baş bizane ku êrîşa li ser hêzên Amarîkî û hevkarên wan ên di Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê dê siyaseteke pir xirab."

Iraq

Derbarê rewşa Îraqê de jî rojanemeya  El-Şeriq El-Ewset sernavê "Agahiyên cûda derbarê mafê perlemantoyê derbarê ibtalkirina encamên hilbijartinan" avêt. Rojanemeyê got ku di dema ku komên di hilbijartinên Iraqê de biser ketin dê serokwezîrê dema pêş erkdar bikin."

Rojnameya El-Ereb li ser hilbijartinên Iraqê sernavê "wekî sextekarî di hilbijartinên Iraqê de, gumanan di rewa bûne hikûmeta pêş de derdixîne holê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de bal kişand ser sextekariya di hilbijartinên giştî Iraqê de pêk hat.

Rojnameya El-Ereb sernavê "Serdana El-Sedir ji Kiwêtê re nameyek hişk ji Îranê re ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got  ku serokê koma Saîrûn a El-Sedir ku di hilbijartinan de biser ket serdana Kiwêtê kir û wiha dom kir: "çavdêran destnîşan kirin ku piştî El-Sedir di hilbijartinan de destkeftî bidest xistin, nameyek dualî derbarê dema pêş ji Îraq û dewletên ereban re şand. El-Sedir bi vê nameyê dixwaze ji welatên ereb re bêje ku Îraqa hûn wê tewanbar dikin ku ketiye bin desthildariya Îranê, dixwaze vegere nava kurahiya welatên ereb. Di heman demê de serdana wî ya ji Kiwêtêre nameyek tund ji Îranê re bû, bi vê yekê jî dixwaze bêje ku Îraq wê pîlanên derve li ser xwe qebûl neke."

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Hevkariya bejahî, deryayî û ezmanî ji bo şerê Hudeyda pêk hat"  Rojnameyê di nivîsa xwe de  got ku hêzên Yemenê yên hevbeş xwe ji bo şerê El-Hedîda amade dike û wiha dom kir: "Balafirên şer ên Koalîsyona Erebî jî riyên ku di wan re piştgirî ji Hûsiyîn re tên dişopîn in û karwanên piştgiriyê bombebaran dikin."

Îran danûstendina derbarê fûzayan û destwerdana herêmî qebûl nake

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Îran ji bilî Yemenê, danûstendinan derbarê fûzayayan û destwerdana herîmî qebûl nake" avêt. Rojnameyê got ku Alîkarê wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Iraqcî got ku Îran bersiva Ewropa ya derbarê rola wê ya di herêmê de û mijara fûzayên balîstî qebûl nake ."

El-Herîrî bi hêvî ye, tevî ku ast û êrîşa li çenteyan bilind bûye

Girêdayî mijara Lubnanê rojnameya El-Heyat gotareke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî şêwrên xwe yên fermî bi dawî kirin û hêviya wî mezin e tevî ku asta hatine bilindkirin." Serokê erkdarî avakirina hikûmeta Lubnanê ya nû serokê Şepêla Paşerojê (Teyra El-Musteqbel) Seed El-Herîrî piştî bidawîkirina şêwrên xwe bi bilokên parlemanê re dubare diyar kir ku hemû alî dixwazin ev hikûmet di demeke lezgîn de were avakirin.

Rojnameyê diyar kir ku El-Herîrî pêşniyarên hin bilokan bi bilindkirina asta daxwazan bi nav kir û hêviyên xwe ji bo avakirina hikûmetê di demeke lezgîn de anîn ziman.

Filistîn

Derbarê rewşa Filistînê de jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Piştî mudaxeleya Misrê  li Xezayê bê dengî pêk hat"avêt. Rojnameyê diyar kir ku piştî aloziya ku di encama êrîşa Îsraîlê li Xezayê pêk hat, Misr mudaxele kir da ku agirbest li Xezayê pêk were û wiha dom kir: "Agirbest li gorî itîfaqa sala 2014'an de pêk hatiye. Wê demê itîfaqa agirbestê şerê 51 rojekê dirêj kir, da rawestandin."

Erdogan û komplo

Derbarê rewşa Tirkiyê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Partiya Seada bi hedefgirtina dîndaran Erdogan tevlihev dike" avêt. Rojnameya diyar kir ku Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan ji nû ve teoreya komployan da destpêkirin, bi taybet piştî ku zextên li ser wî zêde bûne, nemaze bi nêzîkbûna hilbijartinên serokkomariyê ku dê di 24‘ê Hizêranê destpê bike.