Amarîka projeyeke ji bo parastina Filestîniyan Veto kir

Amarîka projeyeke biryarê ya Kiwêtê ji bo parastina Filestîniyan ku têde bikaranîna Îsraîlê ya hêza leşkerî li dijî welatiyên sivîl ên Filestînê şermezar dike, têkşikand.

Amarîka projeyeke ji bo parastina Filestîniyan Veto kir
2 hezîran, 2018   08:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Amarîka li dijî projeyeke biryarê ya Kiwêtê ji bo parastina Filestîniyan di Konseya Ewlehiyê de ku têde bikaranîna Îsraîlê ya hêza leşkerî li dijî welatiyên sivîl ên Filestînê şermezar dike, Veto bikar anîn û proje têkşikand.

Konseya Ewlehiyê ku di demeke borî de dengdayîna projeyeke biryarê ya Amarîka pêk anî û têde berpirsyariya tundiyê dixe ser milên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filestînê (Hemas) û parastina mafê Îsraîlê ya xweparastinê dike. Piştgiriya vê projeyê tenê ji aliyê Amarîka de pêk hat.

Sefîra Amarîka ya Netewên Yekbûyî Nikki Haley piraniya endamên Konseyê rexne kirin û got ku dengdayîna li ser herdu projeyên biryarê nîşan dide ku piraniya endaman lomeyan ji Îsraîlê dikin û naxwazin lomeyan ji Hemasê bikin.

Haley di daxuyaniya xwe de wiha anî ziman: "Eşkere ye Netewên Yekbûyî alîgirtiya dijberên Îsraîlê dike"

Fransa, Rûsya, Çîn, Berava Ac, Kazexistan, Bolîviya, Pîro, Siwêd, Gîniya beşdarî projeya Kiwêtê bûn û li gorî biryarê dengên xwe bikar anîn. Birêtaniya, Holanda, Bolanda û Asyobiya dengên xwe bikar neanîn û tenê Amarîka li dijî biryarê derket.

Di projeya biryarê ya duyemîn de jî tenê Amarîka dengê xwe bikar anîn û sê dewletan li dijî biryarê dengên xwe bikar anîn û 11 dewletên din jî dengên xwe bikar neanîn.

(jh)