′Pêwîste hemû partiyên Sûriyê li dijî  desthilatdariyê bibin yek′

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan bang li hemû partiyên Sûriyê yên Kurdî, Erebî û Suriyanî kir ku li hember aliyên dixwazin Sûriyê parçe bikin û tevliheviya di navbera pêkhateyan çêbikin, yekîtiya xwe ava bikin.

′Pêwîste hemû partiyên Sûriyê li dijî  desthilatdariyê bibin yek′
1 hezîran, 2018   12:06

XANDÎ ELO / QAMIŞLO

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan di duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suriyanî ku li salona El-Rewabî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin de, axivî.

El-Qeftan di axaftina xwe de got ku pêwîste hemû partî û kutleyên siyasî yên Bakurê Sûriyê li hember rewşa herêmê ya hesas yekîtiya xwe ava bikin û ev tişt anî ziman: "Pêwîste hemû partiyên herêmê yên ku bi navê pirengî, biratiya gelan û sembola demokratiyê bang dikin ji bo rizgarkirina Sûriyê ji aloziyê kar û xebatê bike."

El-Qeftan destnîşan kir ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê dike û karê wê li seranserî Sûriyê firhe pêk tê.

El-Qeftan got ku sîstemên desthilatdar weke Rêjîma Sûriyê û dewlet Tirk a dagirker dixwaz in azadiya gelê Sûriyê bin pê bikin, desthilatdariya xwe li ser civakê ferz bikin û wiha pêde çû: "Di herêmên di bin serweriya wan hêzan de demokrasî tune ye. Het niha jî siyaseta bin bêkirina mafên gelan pêk tîn in."

El-Qeftan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwaz in çalakiyên aştiyê li hemû parêzgehên Sûriyê were şandin û ev tişt got: "Ji ber em kar û xebtên xwe li cihekî tenê nahêlin. Emê karê xwe li hemû Sûriyê belav bikin. Ji ber ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê li welat û li derve dike."  

Di dawiyê de Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suriyanî li hemû gelê Suriyanî û gelê herêmê pîroz kir.

(bx)

ANHA