Şervanê YPG'ê Cesûr Til Hemîs şehîd bû

 Şervanê YPG'ê Cesûr Til Hemîs dema erka xwe li gundê Xatûniyê ya Holê pêk tanî şehîd bû.

Şervanê YPG'ê Cesûr Til Hemîs şehîd bû
1 hezîran, 2018   12:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragîhandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê YPG'ê Cesûr Til Hemîs ê di encama kirîza dil de şehîd bû.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG'ê hate weşandin wihaye:

"Di dîroka 29’ê Gulanê de li gundê Xatuniyê a bajaroka Holê de rêhevalê me Cesur Til Hemîs dema li ser erka xwe bû di encama qrîza dil de gihiştiye şehadetê.

Em serî da sersaxiyê ji malbata şehîd Cesur û tevahî gelê me re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan de nû dikin.

 Rêhevalê me Cesur li bajaroka Til Hemîsê malbatek ku ji eslê xwe Ereb e, hatiye dinê. Piştî rizgarkirina bajarokê Til Hemîsê ji çeteyan, rêhevalê me Cesur cara yekem fikreke ku hemû netewan hembêz dike û jiyaneke hevpar avadike, dinase û barê şoreşê ku dikeve li ser her welatiyekî ku li ser vê axê jiyan dike, radike. Rêheval Cesur heya şehîd bû jî ji bo jiyaneke azad têkoşiya ye û wê bîranînên tekoşîna wê hertim were bibîranîn.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

 Nasnav: Cesur Til Hemîs

Nav û Paşnav: Qewmî Ebdulah

Navê Dayikê: Pirteqala

Navê Bav: Mensûr

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Hol / Xatuniyê / 29 Gulan 2018

(dc)