Li Bradostê derbeyên giran li dagirkeran hatin xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Başûrê Kurdistanê û Colemêrgê roja 31`ê Gulanê derbeyêpn giran li hêzên Tirk ên dagirker hatin xistin. Hate gotin, herî kêm 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li Bradostê derbeyên giran li dagirkeran hatin xistin
1 hezîran, 2018   12:00

 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 31`ê Gulanê li Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

Li derdora geliyê Alî Dirêj ê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, hêzên me yekîneyên veşartî yên dijin ên li ser hin giran digeriyan, şopandin. Piştî şopandina demeke dirêj, li girekî nêzî Geliyê Alî Dirêj, hêzên me saet 08:30`an de lê dan. Ji du baskan ve ji cihekî nêz li yekîneya dijmin hate xistin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên leşkeran û 2 çekên HK-33 (Melez), çekek BKC (Bîksî), dûrbîneke bi rojê, cîhazeke tespîtkirina hedefê û gelek alavên leşkerî ji ser leşkerên hatin kuştin, rakirin. Hêzên me her wiha li leşkerên li geliyê Alî Dirêj gule reşandin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra, bi helîkopterên skosky termên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir.

Hêzên me saet 08:30`an li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û leşkerek hate kuştin.

Saet 12:30`an, hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me saet 5`an li dijî girekî dijmin ê li nêzî gundê Bêzeno yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Ji sê baskî ve derb li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de çeperek û 2 kon îmha bûn. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin."