Herdû Koriya dê danûstendinên leşkerî destpê bikin

Koriya Bakur û ya Başûr lihev kirin ku danûstendinên leşkerî di 14'ê  vê mehê de lidar bixin.

Herdû Koriya dê danûstendinên leşkerî destpê bikin
1 hezîran, 2018   11:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Yonhap a Koriya Başûr îro înê lihev kirin ku danûsteninên leşkerî bidin destpêkirin, hate gotin ku dê danûstendin dê li gundê Panmunjom a li ser sînor were lidarxistin, bi vê yekê jî dê aloziya di navbera herdû aliyan de were kêmkirin.

Di heman demê der herdû aliyan lihev kirine ku buroya têkiliyan di navbera herdû aliyan de were avakirin, her wiha dê Xaça Sor di 22'ê hizêranê de bicive û rewşa malbatên sînorê di navbera herdû Koriyan di sala di navbera 1950 û 1953'an de jihev qut bûne, nîqaş bikin.

(dc)

ANHA