'Rêjîma Sûriyê naxwaze pirojeya demokratîk biserkeve'

Berdevkê Fermî yê QSD'ê Kîno Girbraîl diyar kir ku rêjîma Sûriyê naxwaze pirojeya demokratîk ya li Bakurê Sûriyê serbikeve û hewl dide ku di navbera pêkhateyên herêmê de tevlîheviyê derbixe û wiha got: "Bi vê yekê jî dixwaze desthildariya xwe li herêmê bide meşandin."

'Rêjîma Sûriyê naxwaze pirojeya demokratîk biserkeve'
1 hezîran, 2018   11:16

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Kîno Gabriel derbarê daxuyaniyên Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed ji ajansa me (ANHA) re axivî û da zanîn ku çareseriya leşkerî ji aloziya Sûriyê re ne pêkane û got ku şer dê hîn zêdetir kuştin, derberî û koçberiyê li ser gelê Sûriyê zêde bike û wiha dom kir: "Rêjîma Sûriyê naxwaze pirojeya me serbikeve, lewma tevlîheviyê di nava pêkhateyên Sûriyê de derdixe. Armanca rêjîmê bi vê yekê ew e ku desthildariya xwe li ser gelê herêmê feriz bike."

Kîno di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku ew daxuyaniyên dijber qebûl nakin û wiha dom kir: "Em daxuyaniyên ku dijberiya QSD'ê dikin qebûl nakin. Em hêzeke Sûriyê yê ne. Vê rastiyê bi parastina me ya hemû pêkhatyên Sûriyê de xwe beriz kiriye.hêzên me li gelek herêmên Sûriyê şer kir, karîbû gelek herêman rizgar bike û gelê Sûriyê li gelek herêman welatî ji zulma çeteyan xilas kirin. "

Berdevkê Fermî yê QSD'ê Kîno Girbraîl di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku ew çareseriyên leşkerî qebûl nakin û da zanîn ku rêjîma Sûriêy bi van daxuyaniyên xwe dixwaze tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derbixe û ev tişt anî ziman: "Ji ber rêjîma Sûriyê hevkariya gelên herêmê weke metirsîn li ser bingeha rêjîma xwe dibîn e."

Kîno di dawiya axaftina xwe de jî got ku hêzên QSD'ê ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tê û ev tişt anî ziman: "Di nava QSD'ê de xwîna hemû gelê Sûriyê ketiye nava hev.Ev peyamek ji hemû aliyan re ye. Rêjîm ji vê yekê acize lewma hewl dide tevlîheviyê di navbera pêkhateyan derbixe."

(dc)

ANHA