ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.06.2018
1 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya vê berxwedanê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Partiya Yekîtiya Suryan Kongreya xwe ya duyemîn li Salona Rewabî ya bajarê Qamişlo li dar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tekoşer û Endamê Fermandariya YPG'ê Nîdal Xelîl Salih (Welat Hesekê) bi tekoşîna xwe ya watedar bîranînên berxwedan û fedekariyê li pey xwe hiştin. Di qadên şer de her dem xwedî nerîn û hêza berxwedanê bû. Di salên şoreşê de fermandarekî zîrek bû û heta şehîd bû berxwedana xwe dewam kir. (BI WÊNE).

-Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil diyar kir ku armanc ji rizgarkirina bajarê Minbicê xilasiya welatiyan ji zulm û tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê bû û pişta wan hate şikandin. Her wiha piştrast kir ku serkeftinê gelek hevsengiyên di aliyê leşkerî û siyasî de guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêwermendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo diyar kir ku hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di nav kirîzeke kûr de ye û çareserî jî di riya felsefeya Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Civaka ku bi hezaran sale bi sîstema desthilatdariya dewlet a yek kesî hatî rêvebirin, bi Şoreşa Rojava re li dora komînên ku bingehê demokrasi û jiyana hevbeş avakiriye, dibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Bokemal ku li beyaran bi cih bûne rewşeke jiyanî ya dijwar dijîn, rêxistinên mirovahî jî ti alîkariyê bi wan re nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çandinî ji bo welatiyên Reqayê damara jiyanê ye. Piraniya welatiyan debara xwe ji çandiniyê werdigirin. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê herikîna ava çemê Firatê birrî ye, bandoreke neyînî li rewşa çandiniyê ya herêma geliyê Firatê bûye. Her wiha ji ber kêmbûna barana îsal ziyaneke neyînî bi hilberîna çandiniyê bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca kêfxweşkirina zarokên Reqayê, xebatên ji nû ve vekirina lîstokgeha bajêr bi nêzkbûna cejna Remezanê re dest pê dike.

DOSYA

- Minbic ji sala 2014'an heta 2016'an serdemeke tarî jiya. Bajarê ku wekî navenda çandê dihat pênasekirin veguherî bargeha sereke ya çeteyên biyanî yên ku di sînorê Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn, her qadeke wê bibû cihê serjêkirina mirovan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA