Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr

Tekoşer û Endamê Fermandariya YPG'ê Nîdal Xelîl Salih (Welat Hesekê) bi tekoşîna xwe ya watedar bîranînên berxwedan û fedekariyê li pey xwe hiştin. Di qadên şer de her dem xwedî nerîn û hêza berxwedanê bû. Di salên şoreşê de fermandarekî zîrek bû û heta şehîd bû berxwedana xwe dewam kir.

Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
Nîdal Xelîl...Tekoşîna fermandarekî berxwedêr
1 hezîran, 2018   04:30

ŞÎNDA EKREM / HESEKÊ

Di roja 8'ê çileya 2014'an de Rojava ciwanekî xwe yê din ku bi fedekarî û qehremaniya xwe dihate naskirin, winda kir. Di qonaxa hesas a şoreşa Rojava de pêşeng û fermandarê demê bû.

Nîdal Xelîl Salih di sala 1980'yan de li bajarê Hesekê di malbateke xizan de hate dinê. Nîdal, zarokê herî biçûk ê malbata ku ji 3 bira û xwîşkekê, dayik û bavê pêk tê bû. Xwendina xwe ya asta seretayî, navîn û amadeyî di dibistanên Hesekê de qedand. Ji ber ku rewşa aborî ya malbata Nîdal Salih nebaş bû, hem dibistan dixwendin, hem jî kar dikir û pêdiviyên xwe yên dibistanê pêşwazî dikirin.

'Kurê min ê herî delalî bû'

Dayîka Nîdal Terfa Ehmed derbarê kesayeta kurê xwe got ku kurê wê Nîdal zarokê wê yê herî delalî bû û her dem bi wê re digeriya û ev tişt anî ziman: "Hemû zarokên min ên din dest ji dibistanê berdan, lê Nîdal xwendina xwe dewam kir û bû mamoste. Di heman demê de bû lîstikvanê boksbol û taykwando."

Beriya Şoreşa Rojava dest pê bike bi çend salan Nîdal leşkeriya rêjîma Sûriyê xilas dike. Piştî leşkeriyê bi keça xaltîka xwe re dizewice. 2 keçên wan çêdibin.

Mamoste û hakem

Nîdal, di ber dibistana xwe de bi sporê re mijul dibû û gelek caran di pêşbirêkên boksê yên di asta Sûriyê de xelat wergirtin. Nîdal Salih piştî ku bi serkeftî qonaxên dibistanên xwe qedandin, mamostetiya sporê xwend û bû mamoste. Piştre jî li gelek dibistanên Hesekê û gundên wê mamostetî kir û şagirt fêrî exlaqê sporê kirin. Nîdal di vê navberê de jî di dibistana hakemtiya futbolê de xwend û di lîstikên fitbolê de hakemtî kir.

Pêvajoya şoreşê û saziya sporê

Bi pêvajoya şoreşa gel a li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re, Nîdal tevlî xebatên rêxistinî bû, her wiha di nava xebatkarên sporê de tevgeriya û bi kedeke mezin li rex hin hevalên xwe Saziya Sporê ya Rojavayê Kurdistanê damezirandin. Di sala 2011'an de wekî hakemê navnetewî hate peywirdarkirin û di 26'ê Hezîrana 2011'an de jî wekî endamê rêveberiya navendî ya Saziya Sporê ya Suriyê hate hilbijartin, lê wî dest ji hemû xebatên din berda û şoreşgerî tevlîbûna şoreşê hilbijart.

Tevlî refên YPG’ê bû

Nîdal Salih piştî demekê jî di nava xebatên amadekariya avakirina hêzên parastinê yên Rojava de cihê xwe girt, di wê demê de ciwanên taxa xwe birxêstin dikirin û paşê bi awayekî çalak tevlî nava refên YPG’ê bû. Nîdal Salih ku piraniya xebatên xwe li Hesekê meşandin, dema ku çeteyan êrîşî bajarê Serêkaniyê kir, tevlî hevalên xwe ji Hesekê berê xwe da bajaroka Til Temir û bajarok rizgar kir. Salih ku heta vê demê mamostetiya xwe ya sporê didomand, dema êrîş zêde bûn ji karê xwe yê mamosteyê bi temamî îstîfa kir û bi awayekî profesyonel tevlî YPG'ê bû û wekî Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê erk wergirt.

Nîdal, di opersyonên YPG'ê yên li Serêkaniyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê û Til Koçer ên li dijî komên çete de jî bi awayekî çalak cih girt û bi lehengî fermandarî kir. Di heman demê de di xebatên tevlîkirina şervanan a nava YPG/YPJ'ê de kedek mezin da û bi dehan ciwanên Kurd û Ereb telvî kirin.

'Mamoste û fermandarekî hêja bû'

Şagirt û rêhevala Nîdal Sema Rojava derbarê kesayet wî de got ku wê di sala 2010'ab de dema asta navîn dixwend Şehîd Nîdal mamosteyê boyskbolê û ev tişt anî ziman: "Min wê demê ew nas kir, em bi hemû hêza fêr dikirin. Ez teşwîq kirim ku tevlî taykwando jî bibim, lê malbata min rê neda min."

Sema piştî 2 salan Nîdal li ser bendeke kontrolê ya parastinê dibîne û wiha dom kir: "Li wir tevlîbûna şoreşê û girîngiya parstina Rojava bi min re nîqaş kir. Ji min xwest ku ez wekî jin rola xwe di parastina Rojava de cih bigirim. Ez bi nîqaşa Şehîd Nîdal pir bi bandor bûm û piştî demeke kurt min biryar da ku tevlî YPJ'ê bibim."

Şopdarên riya wî jî canê xwe feda kirin

Birayê Şehîd Nîdal ê mezin Riyad Xelîl û xwarzê wî Ramî Taha (Nîdal Evîn) ê navê Fermadar Nîdal rakiribûn û dema merasîma oxirkirina wî de soz dan ku dê riya wî rabikin, di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn.

Di tekoşînê de bi israr bû

Di jyana her kesekî de qonaxên cûda têne jiyankirin, Şoreşa di jiyana mirovan de gelek guhertinê pêk tîne. Nîdalê ku dest ji hemû karên xwe berda û erka fermandariya di şoreşê de girt ser milê xwe, soz da û tevî hemû zehmetiyan soza xwe heta dawî pêk anî.

Hevrêya Şehîd Nîdal Zîn Kobanê got ku wê di sala 2012'an de Şehîd Nîdal li taxa Mişêfrê ya Hesekê nas kir û ev tişt anî ziman: "Di wê demê de hewl dida aloziya di navbera malbatek şehîdan û malbatek ereb de çareser bike. Di wê demê de hin derdoran hewl didan di navbera kurd û ereban de tevlîheviyê derbixin. Lê Şehîd Nîdal bi zanebûn destwerdan kir. Herdû malbat lihev anîn û rê li piroveqsyona dihat xwestin, girt. Di hilbijartina demê de pir hoste bû. tevî erkên wî yên malbat jî, lê ji bo parstina welat yek kêliyê gav paş de navêt."

Şerê wî yê dawî

Hevjîna Şehîd Nîdal, Bêrîvan Xelef derbarê kesayeta wî de got ku dema diçû qadên şer bi mehan nema dihat malê û wiha dom kir: "Carekê zêdeyî sê mehan di qadên şer de ne hat, mal. Ez bi telefonê lê geriyam, min got zarokên te dixwazin te bibîn, were serdanê. Bi gotina em di şer de ne pêwîstiya hevalên min bi min heye, ez nikarim nih werim."

Nîdalê ku li piraniya herêma Cizîrê li dijî çeteyan şer kir û di rizgarkirina gelek bajaran ji rêjîma Baas de fermandarî kir, di opersyona rizgarkirina Til Berek û Til Hemîs de cih girt. Di 5'ê çileya sala 2014'an de komeke şervanên Şehîd Nîdal ketin çembera çeteyan. Wê demê Şehîd Nîdal serdana malbatê kiribû, hevalên wî telefonî wî dikin û jê re gotin ku ew di çemberê de ne.

Hevjîna Şehîd Nîdal Bêrîvan Xelef derbarê wê rojê de ev tişt bibîr anîn: " Dema hevalên wî telefonî wî kirin. Bi lez cilên xwe yên leşkerî li xwe kir û çeka xwe ji min xwest. Bi lez derket, ez li pey wî ketim. Min jê re got neçe zarokên te biçûk in, ez ditirsim belayek were serê te. Bi lez ji min re got, hevalên min di xeteriyê de ne ez ê çawa wan bihêlim. Di wê kêliyê de derket rê."

'hevalên xwe rizgar kir û birîndar bû'

Şervanê YPG'ê Cesûr Welat yek ji rêhevlên Şehîd Nîdal bû.Derbarê kesayeta wî de got ku di şerê dawî de hat û fermandariya şer kir û wiha dom kir: "Bi fermandariya Şehîd Nîdal me li gund opersyon da destpêkirin. Sê rojan şer dewam kir, di encamê de gund ji çeteyan hate rizgarkirin. Koma hevalên me yên di çepberê de hatin rizgarkirin. Me di nava gund de opersyona paqijkirinê da destpêkirin. Şehîd Nîdal wekî her car li pêş bû. Dema ji bo kontrolê derbasî malekê, çeteyek di gund de xwe veşartibû Şehîd Nîdal bi giranî birîndar kir."

'Ez ê tolê ji çeteyan rabikim'

Heval û şervanên Şehîd Nîdal, fermandarê xwe bi birîndarî rakirin nexweşxaneyeke Hesekê, li wir 6 saetan di emeliyatê de ma. Piştî Emeliyatê çavên xwe vekir. Cesûr Welat got ku destpêka çavên xwe vekir pirs çeka xwe kir û ev hevok dubare dikir: "Hevalên min di xeteriyê de ne, divê ez wan rizgar bikim. Min mizgînî dayê û jê re got hemû heval hatine rizgarkirin û gund ji çeteyan hate paqijkirin."

Hevjîna Şehîd Nîdal Bêrîvan got ku Şehîd Nîdal dema ew dît bi axaftina "Ez soz didim te ku em ê rabikim û ezê tolê ji çeteyan rabikim. Em ê jiyaneke xweş pêk bîn in."

Tevî hemû hewldanan jî Fermandar û Mamoste Nîdal ne hate rizgarkirin û di dawiya roja 7'ê Çile de şehîd bû. Cenazeyê Şehîd Nîdal ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Dijwar a li gu ndê Dawidiyê ya Hesekê hate definkirin.

Piştî Şehîd bû, kurê wî çêbû

Beriya şehadeta Nîdal hevjîna wî ducanî bû. Piştî Şehadetê bi çend mehan kurek ji wan çêbû. Dayîk navê kurê xwe jî kir Nîdal.

(dc)

ANHA