10 lîre li bûhayê mazotê zêde bû

Li herêmên Bakurê Sûriye yê û Rojavayê Kurdistanê 10 lîre li bihayê mazotê zêde bû.

10 lîre li bûhayê mazotê zêde bû
31 gulan, 2018   18:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakûrê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji sedî 25 zam bihayê mazotê zêde bû. Campanya Dabeşkirina Mazotê ya Herêma Cizîrê îro ji ajansa me  HAWAR’ê re ragihand ku ji sedê 25 zam bihayê mazotê zêde bû. Heta niha litreya mazotê bi 40- 45 lîreyan dihat firotin, dê ji îro pêde 50-55 lîreyan bê firotin. Ji bo wesayîtên katrat jî berê lîtreya mazotê bi 60-65 lîreyê bû, dê ji îro pêde bi 70-75 lîreyan bê firotin.

Sedemê ferqê veguhestina mazotê ji Cizîrê ber bi Firatê ve ye

Heta niha li herêma Cizîrê litreya mazotê bi 40 lîreyên Sûrî dihat firotin dê ji îro pêve 50 lîreyan bê firtin. Ji bo wesayîtên katrat jî li herêma Cizîrê heta niha lîtreya mazotê bi 60 lîreyan dihat firotin, dê ji îro pêde bi 70 lîreyan bê firotin.

 Li herêma Firatê, Minbic, Raqa û Tebqa yê jî heta niha litreya mazotê bi  bi 45 lîreyên Sûrî dihat firotin dê ji îro pêve bi 55 lîreyan bê firotin. Sedemê ferqa di navbera herdû herêman veguhestina mazotê ji herêma Cizîrê ber bi herêma Firatê, Raqa, Tebqa û Minbicê ve ye. Li herêma Firat, Minbic, Raqa û Tebqayê ji bo wesayîtên katrat jî litreya mazotê bi 75 lîreyan dê bê firotin.

(bm)

ANHA