Çete li Babê pevketin

Li Babê,  şer di navbera çeteyên koma "Ehrar El-Şerqiya" û " Şurta El-Hura" rû da. Di encama şer de, hejmarek sivîl bûne qurbanê.

Çete li Babê pevketin
30 gulan, 2018   19:06

BAB

Li derdora çerxeriya Senter a bajarê Babê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, di navbera çeteyên koma bi navê "Ehrar El-Şerqiya û "Şurta El-Hura" şer rû da.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên hêrêmî hatine girtin, şer piştî nakokiyên di navbera çeteyekî ji "Şurta El-Hura" yek ji "Ehrar El-Şerqiya" de rû da.

Çavkaniyan diyar kirin hejmarek sivîl ku li ber dukanên xwe bûn ji ber şer birîndar bû, rewşa hin birîndaran giran e.

Şer heta dem dem berdewam dike

(bb)

ANHA